Civak

Kongreya YNKê tê paşxistin

Endamekî serkirdetiya YNKê dibêje, wisa xuya dike dê çaremîn kongireya YNKê were paşxistin!

Tenê şeş roj maye bo çaremîn kongireya YNKê ji ber ku wê partiyê biryar daye roja 7 vê mehê çaremîn kongireya xwe, ku ev 9 sal in gîro bûye, li dar bixe.

Endamê serkirdetiya YNKê, Osman Banîmeranî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, hîn melbendan konferansên xwe nekirine û dezgeha hilbijartinan ya YNKê daxwaza lîsta navên melbendan û organan kiriye ji bo pesendkirina kandîdên wan. Ev jî wisa zû xilas nabe.

Osman Banîmeranî her wiha got, ji ber wê jî ez texmîn dikim kongire were paşxistin. Helbet ti kes newêre bi fermî daxwaza paşxistina kongireyê bike!

Endamekî din yê serkirdetiya YNKê bi navê Mihemed Wetman jî ji BasNewsê re got, piraniya amadekariyên kongireyê xilas bûne, tenê konferansên melbendan maye.

Mihemed Wetman her wiha got, lazim bû konferansên melbendan îro dest pê bikin lê hîn pêdaçûna kandîdan xilas nebûye.

Bi gotina wî berpirsê YNKê, eger konferansên melbendan xilas nebin îhtimal heye kongire çend rojan were paşxistin.

Back to top button