Bila yekitiya Kurda di serpereştiya Mesud barzanî de werê avakirin
Hereketa Îslamiya Kurdistanê AZADÎ li Bakurê Kurdistanê di daxûyaniyek ya xwe de dide xûyakirin ku, Kurdan pêwîstî bi yekrêzî û hevgirtineke netewî heye û weke kesayetê bikare rola vê yekê li xwe bigire Serok Mesûd Barzanî ye. Hereketa Azadî dibêje : “Birêz Mesûd Berzanî him di şer ea û him di aştîyê de ti caran ji esaleta xwe tawîz nedaye, him bi teorî him jî bi pratîkên xwe, hate qebûlkirin. Divê birêz Mesûd Berzanî wek serokek neteweyî were pejirandin û divê piştgirîyek xurt em bidin cenabê wî.”
Berdewamiya daxûyaniyê de Hereketa Azadî dibêje: “Miletê me li hemberî her zilm û zordarîyê bi lehengî li berxwe daye û ji nav xwe gelek rêber derxistiye. Mixabin ji ber ku şert û merc guncaw nebûne û siyaseta hêzên navneteweyî ku nexwestine nîzama wan xirab bibe bûye sebep ku ev êş û elem heta vê rojê berdewam bibe. Îro jî heman pirsgirêk, Kurd li ku deverê dijîn li wir roj bi roj zêde dibe. Îro meseleya bê statuya Kurdistanê ji pirsgirêkeka herêmî bûye pirsgirêkek navneteweyî û wek aloziyek di pêşberê dinyayê de ye. Ev rewş wek dewlemendî xuya dibe jî, gelek caran dibe sebep ku em ji hev dûr bikevin. Hetta carna dibe sebep ku em bibin dijminê hevûd û bi hev re şer bikin. Em bawerin ev pirsgirêk dê bi çarçoveya hişmendîya tifaqa netewî çareser bibe.”
Hereketa Azadî behsa yekrêziya Kurda dike û dibêje: Bi sedan salan e ku hêviya Kurdistanyan bi hevgirtina neteweyî heye. Car caran ji ber hevgirtina neteweyî hinek gav hatîne avêtin lê mixabin ji ber nakokiyên rêxistînî û îdeolojîk ev hevgirtin pêk nehatiye. Gelek caran rêxistinên me xwe mezin dîtine û bi rêxistinên din re dijminatî kirine. Di vê rewşê de pêdiviya me bi aktorek heye ku ev aktor milet û welatê me baş temsîl bike, him di qada navneteweyî de û him jî ji alîyên pisporên siyasetê de jî were qebûlkirin.
Em wek Hereketa Îslamîya Kurdistanê AZADÎ, dibêjin ku birêz Mesûd Barzanî him di şer de û him di aştiyê de ti caran ji esalet û merhemeta xwe tawîz nedaye, him bi teorî him jî bi pratîkên xwe, xwe daye qebûlkirin. Divê birêz Mesûd Barzanî wek serokek neteweyî were pejirandin û divê piştgiriyek xurt em bidin cenabê wî.
Herekata Azadî ji bo vê yekê jî banga Kurdan dike û dibêje: “Em bang dikin miletê xwe, partî, hereket, sazî, komele, nivîskar û rewşenbîran; werin em derdora serokê xwe birêz Mesûd Berzanî ku cîhan wî wek serokek rewa nas dike û dibîne, ji bo hevgirtina neteweyî û azadiya xwe em bi hev re hewl bidin û bixebitin.”