Kongreya Neteweyî ya Kurd hat paşxistin

Kumîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd dema sazkirina kongreyê guhert û biryar da kongre meha îlona îsal bê sazkirin.

Endamên kumîteya amadekar a kongreya neteweyî duh (15.08.2013) heta derengiya şevê civiyan û li ser hinek mijaran gotûbêj kirin.

Endamê rêveberiya kumîteya amadekar a kongreyê Seidî Ehmed Pîr derheqê naveroka civînê de ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku heta dema lidarxistinê kongreyê (24ê Tebaxê) derfetk kêm maye û amadekarî jî xilas nebûye neçar dimînin kongreyê paş bixin û meha îlonê saz bikin.

Hat zanîn ku PKKê gelek hewl dabû da ku kongreya neteweyî di meha tebaxê de bê sazkirin lê biryar hat dayîn meha îlonê bê lidarxistin.

Endamê kumîteya amadekar dr. Kemak Kerkûkî jî ragihand, dê dema sazkirina kongreyê di civîneke rojnamevanî de û bi amadebûna hemû endamên kumîteyê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Hat gotin ku kongre dê di nav 10 rojên destpêkê yên meha îlonê de bê sazkirin.

Di civîna kumîteya amadekar de jibilî dema kongreyê, xebatên komîsyonan, dabeşkirina delegeyan bi ser beşên Kurdistan û bûyerên rojavayê Kurdistanê jî hatin axaftin.

Biryar bû kongreya neteweyî 24ê Tebaxa 2013 li Hewlêrê bê sazkirin.

Nerîna min :