Kongreya Daxuyaniya Şamê li Bruksel
Li Brûksêl paytexta Belcîka di 6-7/11 de, wê encumena niştimanî ya Daxuyaniya Şamê li derveyî welêt li dar keve bi amadebûna nûnerên komîteyên Daxuyaniyê li Ewrûpa, Kanada û Emrîka, herweha elîtek ji kesayetiyên serbixwe yên sûrî ji akadêmisyan, hiqûqnasa û ronakbîran jî wê amade bin.
Weke ko tê zanîn ev encumena niştimanî li Derveyî welêt parçeyeke ji encumena ko li welêt di 1/12/2007 an de hatî damezrandin û dewamiya wê ye, ya ko damezranidina wê xwestineke miletê sûrî bû, ji bo guhertina dêmokratî ,azadiyê û rizgarbûna ji rêjîma dîktator,û ji zilmê û gendeliyê, berû asîmanê dêmokratiyê ,azadiyê û kerametê..
Lidarketina vê encumenê di vî wextî de, wê gaveke girîng be di xebata miletê sûrî de, li ser riya guhertinên dêmokratî û çespandineke li ser zindîbûna Daxuyaniyê û dewamkirina wê û pêşxistina karê wêy rêxistinî wekû koalisioneke niştimanî ji partiyan, tevgeran û serbixweyan ji hemî aliyên siyasî, netewî û civakî ye..
Komîta mueqet ya Daxuyaniya Şamê li derveyî welêt
1/11/2010