Bixêrhatina qatilên Kurda nikare bê qebûlkirin
Nûnerên hikumeta Îranê di 4-5/11 an de serdana meclîsa Swêdê dikin. Delegasyon dê bi wezareta derve û wezareta perwerdê re hevdîtinan pêk bihênin. Her wisa serdana zanîngeha Sodertornê jî di plana wan de heye.
Li dijî serdanê, di bin banga “tu karê delegasyona Îranê li Meclîsa Swêdê de tune ye!” kurda û dostê kurda însiyatifek mezin pêk anî. Bang li partiyên siyasî hate kirin ku beşdarî hevdîtinên bi wan re nebin. Li ser pirsê 5 mehê, roja înê lsaat 16.oo an li Sergerlstorga Stockholmê Kurd û dost Kurda dicivin û dengên nerazîbûna xwe bilind dikin.
Dijîtiya partiyên Swêdî li dijî delegasyona Îranê mezintir dibe. Îro li ser navê partiya Gel ya Swêdê (FP), parlementer Ismail Kamil beyanek gihand navenda me. Wisa dibêje parlementer Kamil:
“Ême partiya gel ya liberal (Folkpartiet liberalerna) wek wûn dizanin di komita parlemanê de ya berpirsiyara kar u barê siyaseta derve (Utrikesutskottet) em (Fredrik Malm, Ismail Kamil ú Christer Winbäck) lidij hatina delegasyona Îranê sekînin û me biryar da ku em wan nebînin.
Em bixêrhatina ew kesên ku milletê Kurd li Kurdistanê dikujin, qet nakin…”
EuroKurd News-eurokurd.net