Polîtîk

Kongreya CHPê ya awarte hate lidarxistin

CHPê 22emîn Kongreya xwe ya Awarte li datêxe. 1,127 dendamên kongreyê dê ji bo reveberiya nû danga bidin. Özgür Özel dê yekane namzed be. Ji bo Serokê Berê yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu tu kursî nehatibû veqetandin.

22emîn Kongreya Awarte ya Partiya Gel a Komarî (CHP) di saet 10:00ê sibê de li Navenda Çandî ya Nazım Hikmet a Enqerê dest pê kir.

Serok Özgür Özel yekane namzedê kongreyê ye. Delegeyên parêzgeha Stenbolê, endamên Meclîsa Partiyê û endamên Lijneya Bilind a Dîsîplînê dê deng nedin.
Piştî dengdana baweriyê, sindoqên dengdanê dê ji bo hilbijartinên serokatiya giştî û Meclîsa Partiyê werin vekirin. Özel dê wekî namzedê yekane li ser bingeha lîsteya blok beşdar bibe, “Tîma A” ya ku di kongreya berê de hatî damezrandin wê werê parastin.


Ji ber şert û mercên fîzîkî yên salonê, destûr nayê dayîn ku temaşevan beşdarî kongreyê bibin.

Serokê Berê Kemal Kılıçdaroğlu beşdarî kongreyê nabe. Hat ragihandin ku hin delegeyên nêzîkî Kiliçdaroğlu û Gürsel Tekin, jî dê amade nebin.


Ji bo Kemal Kiliçdaroğlu di hola kongreyê ya CHP-ê de kursiyek nehatiye veqetandin. Yanî di protokolê de ji xwe cih nedane Kemal Kiliçdaroglu.


Peyama Ekrem Îmamoğlu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî û namzedê serokatiyê yê CHP-ê, jî di kongreyê de hate xwendin.

Serokê CHPê Ozel axavtinek kir û got:

“Ev rojên naskirina dost û dijminên me ne… Em bûne hostayên şikandina keviran. Ez dixwazim ji nûnerên me yên ku ji bo jiholêrakirina gefê bezîn noteran û îmze kirin re vê bêjim: Em ji bo têkoşînekê li vir in, ji bo li hember neheqiyek mezin li ber xwe bidin û dîsa werin girtin. Bi xêr hatin… Silav ji hemî rêberên me yên ku êdî bi nere ne amadene, yên ku di girtîgehê de ne.”


“Ev partî partiya Mustafa Kemal Ataturk e, ku ev welat damezrandiye. Ew partiya Îsmet Înönü ye, ku dema ku di sala 1950an de bi daxwaza gel desthilatdarî radestî Partiya Demokrat kir.”

Me ji bilî Komarê baweriya xwe bi tiştekî din neanî. Eve 47 sal in me desthilatdarî nedîtiye, lê em ji gel ne acizin. Kesên ku AKP 23 salan anîn ser desthilatdariyê, di sala 2024an de biryarek cûda dan. Wê şevê, me ragihand, ‘Em serketîyên hilbijartinê ne; windaker tune ne.’ Testa demokrasiyê ne bi serketinê, lê bi windakirinê tê dayîn. Dema ku partiya desthilatdar cara yekem winda kir, kiryarên wan nîşan dan ku ew di testa demokrasiyê de têk çûne. Wan nîşan dan ku ew ne demokrat in, lê yên ku demokrasiyê bikar tînin (suidtîmal dikin) ewin.”

Back to top button