CîhanPolîtîk

Kongresê amerîkî serdana serokwezîrê Kurdistanê kir

Kongiresa Amerîkayê kar ji bo bicênosîdanaskirina karesatên êzidî û mesîhîyan dikeCivîna digel şandeya kongiresa AmerîkayêŞandeyeke kongerisa Amerîkayê bi serokatiya kongiresman Dana Rohirbîçer û Stev King serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.Di civînekê de ku,li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, şandeya kongiresa Amerîkayê sipasiya xelk, pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, rûbirûyê terorîstan dibin û serkeftinên mezin bi ser terorîstên DAÎŞ de bi dest dixine. Tevî birîna budceya hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, lê hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî baş pêşwazî li wan koçber û penaberan kiriye, hewandine û alîkarîyên pêwîst ji wan re dabîn kirine.Şandeya kongiresa Amerîkayê got ku ew dê lêbixebitin ku civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka zêdetir alîkariyên leşkerî pêşkeşî hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bike û ew alîkarî berdewam bin. Herwesa eşkere kir ku wan reşnivîseke qanûnekê pêşkeşî kongiresa Amerîkayê kiriye daku ew karesata mezina bi ser êzidiyan û kirîstiyan de hatiye weke cênosîda nas bikin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya helwestê şandeya mêvan û welatên beşdar di hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê û bi taybetî Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê alîkarî pêşkeşî herêma Kurdistanê kirin, lê ji bo binbirkirina metirsiya terorrîsatn, pêşmergeyê Kurdistanê pêwîstî bi rahînan û çekê pêşkeftî heye û serokwezîr daxwaz kir ku zêdetir alîkariya pêşmerge û xelkê Kurdistanê bê kirin ji ber ku bi tenê pêşmergeye li ser erdê pîlanên terorîstan dişkîne.Ji bona amadekirina wê reşnivîsa qanûnê ji bo bicênosîda naskirina karesatên bi ser êzidî û mesîhîyan de hatine, serokwezîr sipasiya şandeya mêvan kir û got ku ev yek ji daxwazên sereke yên hikûmeta herêma Kurdistanê ye.Barzanî tekîd li ser berdewamiya parastin û hevkarîkirina hemû koçber û penaberên ji tirsa terorê ber bi herêma Kurdistanê hatine kir û ji ber kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgirî û hevkariya navdewletî heye.Têkeliyên navbera herêma Kurdistan û dewletên herêmî û bi taybetî têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Back to top button