Nivîsar

Konferans/Kongreya Kurd û Armanca PKKê…

Konferans û Kongreya Kurd li tevayî Kurdistanê piştî salên 1980-yî bi gelek awayan, bi gelek armancan ve gelek caran hat niqaşe kirin. Di van salên dawî de jî, konferan û kongreya kurd tê niqaşe kirin.

Bi taybetî jî, di van salên dawî de ji aliyê PKKê de jî bi germî tê pêşniyar kirin. Lê di demên buhurî de PKKê gelek aşkere li dijî Konferans û Kongreya Kurd bû.

Ji bona vê jî sê sedemên girîng hebûn:

Sedema yekemîn, PKKê projeya dewleta tirk bû ku li Bakurê Kurdistanê û li tevayî ya Kurdistanê dixwest ku tevgera kurd ji armanca mafê çarenivîsiye dûr bixe û tevgera kurd ji hundır de dagir bike. Loma jî bi hemû kurdan re pêwendî, bi hêzên Kurdistanê re konferans û kongre li dar xistin, li dijî ev planê bû.

Sedema duyemîn, PKKê bi dewletên kolonyalîst Îranê, Iraqê, Suriyeyê re xwediyê pêywendiyên stratejîk bû. Siyaseta wan dewlatan li Kurdistanê û bi taybetî jî li Başurê Kurdistanê dimeşand. Loma jî li Başurê Kurdistanê bi PDK a Iraqê û YNKê re şer kiriye, bihezaran pêşmerge kuştiye.

Sedema sêyemîn, PKKê rêxistinek hegemenîk, otorîter û faızan e, loma jî dixwaze ku li hemû beşên Kurdistanê desthilatdar be. Encama vê nerînê rêxistinên Kurdistanê ji bo xwe dijmin îlan kir. Dîsa ji bona vê bi hemû rêxistinên Kurdistanê re şer kir, bi hezaran kurdperwer kuştin.

Li cem vê yekê tiştekî din xeter pêk anî ku li hemû beşên Kurdistanê ji bona xwe rêxistin ava kirin. Bi van rêxistinan dixwaze ku siyaseta bimeşîne û li tevayî Kurdistanê desthilatdar be.

                                                        *****

Lê PKKê her çiqas hîn ji van taybetiyên xwe dev berneda be jî, dixwaze ku di nav hemû kurdan de konferansek, bi taybetî kongreyek çê bibe. Ew kongreya jî li Başurê Kurdistanê, li Dewleta Federe ya Kurdistanê çê bibe û deklere bibe. Gelek aşkere bû ku di vê daxwazê de hesabên ne dirust û armancek ne baş hebûn. Loma jî desthilatdariya Başurê Kurdistranê her dem ev daxwaza paşguh kir, an jî raste rast girêdayî sedemên girîng red kir.

PKK/BDPê, di vê merheleyê de, di şertên hilbijartina giştî de û beriya ku hilbijartin encam bigre: Ji bona ku Şerafettîn Elçî, HAK-PAR, TDŞK, rêxistinên veşartî wek beşekî PDK-Bakur bi ulufeya hilbijartinê û bi metoda Baasê îltixakî xwe kir û girt navxwe, bi lezûbez û bi taybetî jî di bin serokatiya Elçî –wek dostê Başurê Kurdistanê tê nas kirin-  de çûn Başurê Kurdistanê û bi serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê re danûstandin kirin, ji wî daxwaz kirin ku kongreyek Kurdistanê bê li dar xistin.

Beriya ku heyeta PKK/BDPê biçe Kurdistanê, dîwana serokatiya Kurdistanê li ser navê Fuad Huseyîn daxuyaniyek da ku di danûstandinan de bes pirsa hilbijartinê û pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistan û Tirkiyayê dê bê qise kirin.

Ew dihat wê wateyê ku desthilatdariya Başurê Kurdistanê di vê merheleyê de li dijî kongreya Kurdistanî ye. Ew helwest û refleksek neteweyî bû û berjerwendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê bi awayekî zelal diparast.

Lê piştî ku danûstandina hat diyar kirin ku  konferanseke neteweyî ya kurd dê bê li dar xistin. Ew refleksa serok Berzanî ji aliy min de hewcedarî rexne bû. Lewra wî refleksa xwe ya demên buhurî nîşan neda. Di ser plan û hesabên PKKê re baz da.

Feqet derket holê ku desthilatdariya Kurdistanê kongreyê naxwaze, konferans dixwaze. Lewra kongre, biryarên ku hemû terefan girêbidin digre. Hevgirêdanek rêxistinên Kurdistanê tîne rojevê. Konferans, nerîn û pêşniyarên ku terefên beşdarbûnê jê îstifade bikin tîne rojevê. Terefan sedî sed girênade.

Ev yeka gelo dê xeteriyê bide aliyekî, an na? Dê di rojên pêş de diyar bibe.

Gorî agahdariyan, konferansê payîzê ji aliyê dîwana serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê bê amade kirin. Ew konferansa dê li ser navê tu rêxistinan jî nayê organîze kirin.

                                                           *****

Ev şanda PKK/BDPê demek taybet jî hilbijartibû ku pêşniyara kongreyê bike û biçe Başurê Kurdistanê. Ev taybetiya bi xwe jî armanca PKK/BDPê deşîfre dike.

Wek tê zanîn ku serokwezîrê Tirkiyeyê demek berê çûbû serdaniya Dewleta Federe ya Kurdistanê. Di danûstandina herdu terefan de diyar bibû ku pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û Tirkiyeyê dê ji aliyê siyasî, aborî, dîplomatîq de dê baştır bibe.

Ev pêwendiyên herdu terefan di gelek qonaxên dijwar re derbas bûn, hatin vê merheleyê. Tirkiye, di destpêkê de gelek aşkere li dijî rûxandina rejîma baasê bûn. Loma jî îzin nedan ku hêzên hevbeş di Tirkiyeyê re derbasî Iraqê bibin. Piştî ku rejîma baasî hat rûxandin, li dijî federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê bûn. Pişt re jî li dijî referandûm û girêdana Kerkûkê bi Dewleta Federe ya Kurdistanê re bûn. Heta referandûma Kerkûkê wek sedema şer îlan kirin. Ji desthilatdarî û serokên Kurdistanê dijminitiyek gelek xurt dikirin.

Navenda vê siyasetê dewleta kûr bû. Lê piştî demekê ji bona berjewendiya xwe Hikumeta AK Partiyê di vê siyasetê hêdî-hêdî guhertin pêk anî û rasyonel tevgeriya. Pêwendiyên xwe yê Dewleta Federe ya Kurdistanê baş kir. Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, ji “reformên demokratîk” yên hikumetê re piştgirî kir.

PKK/BDPê dixwaze ku ev pêwendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê xerab bibe. PKK/BDPê bes naxwaze ku pêwendiya Dewleta Federe ya Tirkiyeyê xerab bibe, di hamen dem de dixwaze ku pêwendiyên Îranê û Suriyeyê ya Dewleta Federe ya Kurdistanê jî xerab bibe.

Lewra dema ku pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê xerab bibe, ew tenê dimîne û îzole dibe.  Statuya wê dê bikeve xeteriyê. PKKê li hemberî Başurê Kurdistanê xurt dibe û siyaseta dewletên kolonyalîst yên dûrûdirêj jî, pêk tên.
 
PKK, li cem vê yekê dixwaze ku xwe ji îzolasyonê xelas bike, meşruiyeta xwe ava pêk bîne, bingeha hegemonyaya xwe ya otorîter fireh bike. Lewra PKKê ji aliyê dewletên rojava yên Ewrupayê û Dewleta Yekgirtî ya Amerîkayê (DYA)  de terorîst tê nas kirin. DYAyê gelek aşkere diyar kiriye ku PKKê dijminê sê dewletan e. Ew dewletan jî, DYA, Tirkiye, Iraq in.

PKKê dema ku desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê bikşîne cem xwe, wê demê Dewleta Federe bir her awayî zerar dibîne û PKKê jî armancên xwe yên ne dirust û xeter pêk tîne.

Loma divê ev konferansa nayê li dar xistin.

                                                             *****

PKKê her demê ji bona Tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê bûye pirsgirêk. Di salên 1980-81-an de dema ku ji bona Kongreya Kurdistanê niqaşe dest pê kir, ji aliyê Ala Rizgariyê de hatibû pêşniyar kirin ku heger kongreya Kurdistanê dê bê lidarxistin, divê rojeva yekemîn a kongreyê rewşa PKKê bibe.

Lewra PKKê li Bakurê Kurdistanê xeteriyek mezin bû, bi hemû rêxistinên kurdperwer re şer dikir û kurdperwer dikuştin, di çarçeweya berjewendiya dewleta kolonyalîst a tirk de tev digeriya.

Baş tê zamnîn ku Rizgarî/Ala Rizgarî û rêxistinên pişt re me ava kirin, her demê yekîtiya rêxistinên Kurdistanê parastine û li hemû beşên Kurdistanê eniyek/cepheyek milî pêşniyar kirine.

Hezar mixabin dema ku Rizgarî/Ala Rizgarî li hemû beşên Kurdistanê cepheya milî pêşniyar dikir, Riya Azadî û Tevgera Şivan jî ev pêşniyara wek xeyal û utopya bi nav dikirin, li dij derdiketin.

Heta em di wê nerînên da bûn ku divê li Kurdistanê rêxistinên curareng yên merkezî yên siyasî jî ava bibin. Wek mînak: Partiya Demokrat ya Kurdistanê, Partriya Lîberal ya Kurdistanê, Partıya Neteweyî ya Kurdistanê, Partiya Komunîst û an Sosyalîst ya Kurdistanê.

Lê ew siyaseta dema ku di şertên Kurdistanê yên îro de bê realîze kirin, em hewcedarî pankurdîzma çandî nî. Divê em di vê merheleyê de ji pankurdîzma siyasî dûr bisekinin. Pankurdîzma siyasî zerara mezin dide statuya Dewleta Federe ya Kurdistanê.

Ez demek dirêj e ku li ser vê pirsê jî nerînên xwe tînin ser zimên. Di pêşerojan de ev nerînan kûr kirin, hewcedariyek e.

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Amed, 08. 06. 2011

Back to top button