Nivîsar

Konferansa PAKê û giringiya muxalefeta demokratik

KONFERANSA “PAK”Ê Û GIRINGIYA MUXALEFETA DEMOKRATÎKGelek caran di nivîs, civîn an sohbetên bi dostan re dihênim zimên ku; muxalefeta HDP ê ne tenê CHP û AKP ye. Dîtin û rexneyên AKP û CHP, ji awira hizirkirina bi turkî, balkêş in, ji bo fêmkirina Hikumeta Turkiyê û turka giring in. Lê ji hêla kurdayetiyê ve muxalefeta HDP ê, partiyên legal ên netewî ne. Rexne, nirxandin, dîtin û hîsên bi fikra kurdî şiklên xwe girtine; dikarin kêmasiyên siyasetê, sedemên bihêzbûn û têkçûnê, di çarçova berjewendiyên netewî de baştir formule bikin.Em kesên bi mafê mirovan mijûl in û li derveyî siyasetê ne, lê siyaseta pêşketî, bi kalîte û pir rengîn li welêt xeyal dikin, dixwazin bi qasî HDP ê, muxalefeta demokratîk jî pêş bikeve.Hebûna muxalefetê, mêzêna demokrasiyê û mafê mirovan e. Ji bo afirandina polîtîka zelal, tekûz û mafparêz, rolek e esasî dilîze. Neynik e. Hêzên netewî, rast û şaşîtî, bihêzbûn û qelsbûna xwe tê de dibînin. Motora pêşketinê ye. Dema kêmasiyên hêzên netewî zêde namînin, giranî dikeve aliyê kar û xebatê. Civat, ji hêla çand, ziman, perwerde û aborî û hwd pêş dikeve. Siyaset xwe bi nû dike û bersiva demê dide.Muxalelefeta demokratîk a li bakurê welêt, brîndarê, nebûna mafên hiqûqî û demokratîk li Turkiyê û bi taybetî jî Cunta 12 Îlonê ye. Demek dirêj, ji ber qanûnên ne demokratîk û polîtîkayên şaş, xebata legal pêş neket. Qonaxa siyaseta legal têra xwe bi êş, girtin û tadeyî be jî, piştî 12 îlonê, rêya polîtîka legal hêdî hêdî vebû. Demek dirêj, siyaseta yek partî valabûna heye dagirt û kedek mezin da. Lê çend sal in partiyên cewaz ava bûne, kar û xebatê dikin. Weke fikir xurt bin jî, ji hêla aborî, medya, rêxistînî ûhwd ve kêmasiyên wan hene.Li welat û derveyî welêt, ez, endam û rêvebirên HDP ê, şaredar û siyasetvanên nêzî wan dibînim. Em bi hev re sohbetê dikin. Wiha jî, diçim serdana partiyên din, siyasetvanên muxalîf re rûdinim, dîtinên wan guhdarî dikim û ji medyayê dişopînim.Di vê çarçovê de, dawiya heftê çubûm civînek/ konferansek e giring. Serokê Giştî ê Partiya Azadiya Kurdistan-PAK ê Mustafa Özçelik, bi rêvebirên partiyê re li Kista Traff a Stockholmê bi civînek berfireh, kurdên Swêdê, li ser rewşa bakurê welêt, polîtîka hikumeta AKP ê, nêzîkbûna partiyên kurda li çaraseriya pirsa netewî û hevkariya hêzên kurda, ronî kir.Serok Özçelik bi qasî 30 deqîqeyan axivî û derbarê Pêvajoya Çareseriyê, şerê îro di nav PKK û dewletê de didome, polîtîka dewletê û pêlkirina mafê mirovan li herêmê, dîtina xwe anî zimên. Li ser pêşketin û destketinên li başur û rojavayê welêt, nêzîkbûna PAK ê anî zimên. Bersiva gelek pirsa da.Di axavtina wî de du (2) niqteyên giring bala min kişand.Qala du niqte, du qelsî û du şaşîtiyên bi salan e didome kir ku, dawî li wan nayê, perspektîvên hene birînê derman nakin û rê li ber mezinbûna muxalefeta xwedî tecrûbe digrin û nahêlin siyaseta bi kalîte a netewî şîn bibe. Birêz Özçelik bi cesaret û zanabûn nêzî herdu pirsa bû û çaraseriyên mantiqî pêşniyaz dikir. Wiha digot:-”Li bakurê welêt, hejmarek hêzên legal weke fikir nêzî hev, hene. Bi salan e pêwîstiya platformekê ku partiyan nêzî hev bike, hebû. Niha platformek wiha ava bûye. Gelek partî tê de cîh digrin. Platform, bi hêz dibe. Bi armanca, lihev nêzîkbûn, yekîtî an jî hevkariyê, hevdîtinên me didomin. Têkiliya platformê, bi hêzên ji ber sedemên cewaz, li derveyî platformê mane, didome. Hêviya me ew e ku, em karîbin bêhtir nêzîkî êkudu bibin û nakokiyên li pêşiya yekîtî û hevkariyê hene, niqaş bikin û ji holê rakin.”Birêz Özçelik ji bo niqteya duwê wiha axivî:-”Di siyaseta netewî de, nêzîkbûnek ji dil li ekudû, pêwîst e. Partiyên legal, ên di platforma me de, an ên li derveyî wê xebatê dikin, em tev, divê têkilî û hevkariya navxweyî xurtir bikin. Biratî û dostaniyê esas bigrin. Bi ruh û fikra kurdayetiyê, rexneyên erênî li hev bikin. Diyalogên me, rê ji bo pêşketinê vekin. Em dijîtiya hev nekin…”Rast e, nebûna demokrasiyê û 12 îlonê muxalafeta demokratîk a Kurd êşand. Lê muxalefeta heye, ji hêla çand, ziman, edebiyat, têkiliyên navnetewî û siyasetê ve xwe pêş xist. Ji dîtin û helwêsta kesên mîna Özçelik xuyanî dike ku, ew ê bi rexneyên dostanî, pêşniyaz, hevdîtin û hevkariyê, cihê heq kirine bigrin. Mezin bibin. Siyaseta bi kalîte bihênin rojeva me.Bi saya hêzên legal û polîtîka profesyonel wê girikiya polîtîkayê kêmtir, programên partiyan zelaltir û xurtir bibe û ev ê rê ji namzêtên kêrhatî û jîrektir re veke. 23-11-2015Zarathustra Gabar ÇIYAN Rojnamevan- NivîskarKordînatorê Eurokurd News- Ofîsa dokumentasyonên mafê mirovan

Back to top button