Polîtîk

Konferans û semînerek

Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar di bihara vê sala 2014an, dest bi birrek semîner û konferansên li ser ziman û çanda Kurdî kiriye.
Semînera pêşî du roj berê li bajarê Sêrtê dabû. Îro jî li Zanîngeha Çewlikê (Bingol) danê sibehê Konferans û yê êvarê jî semîner daye.
Danê sibehê saet 10.00 konferasn li salona Zanîngehê ya konferansê dest pê kir. Naveroka Konferansê ji Folklora Kurdî, dewlemendî û Bingeha Çîrokê bû.

Gelek xwendeka, doçend û profesên Zanîngehê beşdarî di konferansê de kirine. Axaftina Zinarî hetanî saet  11.30 domand û piştre jî pirsên xwendekaran destet pê kirin.

Konferans saet 12.10 bi coşeke mezin û di nava çepikan de bi dawî bû.

SEMÎNER

Semînera Zeynelabiidn Zinar jî piştî nîvro saet 13.30 li pola xwendekarên Beşa Kurdî dest pê kir.
40 xwendekarên Lisansê û gelek jî ji polên din ên kurmancîaxêf beşadarî di semînerê de kirine.

Zeynelabidin Zinar li ser Zimanê Kurdî û zaravayên wî, li ser nijada Neteweyê Kurd ji dema Kûtî û Kurtiyan bigir hetanî dema mîrektiyên Kurdistanê agahdarî da xwendekaran.

Semîner hetanî saet 15.30 donmand û saetek jî cih da pirsên xwendekaran.
Piştre li ser daxwaza xwendekaran Zinar wêne bi giştiya xwendekaran re kişand û bi xweşiyeke mezin, bi çepikên pêledan semîner geha dawiyê.

Çewlik
Rojeva Kurd

Back to top button