Konfederali dikare bibe baştirîn çareserî
Şewirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de ligel kanala Aljazeera ya Îngilîsî ragehand ku pêwîst e civaka cîhanî zêdetir hevkar be û xwe bide pêş jiber ku şerê dijî DAIŞê pêdiviya xwe bi hêza bejayî heye.
Mesrûr Barzanî derbarê amade kirina artêşa Iraqê de jî got: “Amade kirina artêşa Îraqê boku şerê DIŞIê bike demeke dirêj dixwaze jiber ku pêgehandina artêşa Îraqê bi astekî ku bikarêbe terorîstên DAIŞê ji Iraqê derxe proseseke demdirêje.”
Mesrûr Barzanî got: “Ew bawerim pêwîst e bo bikar anîna hêza bejayî li dijî terorîstan rêyeke din hebe nekî em bi tenê piştê xwe bidin êrîşên asmanî.”
Di bersifa pirsekî de ku gelo hun daxwaza leşker anjî hêzên bejayî yên biyanî dikin? Şewirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Ez daxwazeke bi vê rengî nakim lê ew yek li ser civaka navnetewiye ka gelo çiqas bileze daku ji DAIŞê rizgar bibe.”
Derbarê çareserkirina kêşeyên Iraqê de jî Mesrûr Barzanî got: “Hêvî dikim steraktora nû yaku li ser esasa fedralî hatiye damezrandin anjî konfedralî baştirîn çareserî be bo kêşeyên heyî.”