Polîtîk

KOMKARê serok Barzanî pîroz kir

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê-KOMKARê,  bi minsebeta serketina pirosesa hilbijartinên parlamentoya Îraqê, nameye pîrozbahiyê pêşkeşî serokê Kurdistanê û serokê hikûmetê kir. Li jêr teksta nameya KOMKARê bixwîne:

 

Birêz serokê herema Kurdistanê Mesud Barzanî,

Birêz serokê Hukumeta Herema Kurdistanê Berhem Salih.

Li ser navê Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê / KOMKAR. eu´yê, ji bo serkeftina hilbijartina 7ê Adarê, we rêzdaran pîroz dikin. Her wisa em di şexsê we de, vê serkeftinê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin.

Gelê Kurdistanê di vê hilbijartinê de, ji bo parasina destkeftinên xwe hestiyariyek mezin nîşan da. Hêvî û daxwaza me ew e ku, ev serkeftina xizmeta cîhbicîhkirina madeya 140. û çareseriya hemû nakokiyên din be.

 

Carek din cenabê we rêzdaran û gelê Kurdistanê bi dilek germ pîroz dikin.

Li gel silav û rêz…

10.03.2010

 Kovan Amedî

Serokê KOMKAR.eu

 

 

Back to top button