Komkara Dewletên Erebî li dijî serxwebûna Kurdistanê ye

Komkara Dewletên Erebî dijatiya xwe li hember ragehandina dewleta kurdî diyar kir û ew tekîd dikin ku, mafê herêma Kurdistanê nîne ji Îraqê cuda bibe.

Fazil Mihemed cîgirê sekreterê giştiyê Komkara Dewletên Erebî bo karûbarên siyasî  di preskonferensekê de li ser meseleya referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê  axivî û got: ”Komkara Erebî li dijî cudabûna kurdan e ji Îraqê û dawaza kurdan bo ragehandina dewleta serbixwe bi fermî nas nake.”

Cîgirê sekreterê giştiyê Komakara Erebî bo karûbarên siyasî dibêje ku, di vê qonaxê de mafê herêma Kurdistanê nîne serxwebûna xwe rabigehîne û li ser daxuyaniyên serokê Kurdistanê jî dibêje: ”Mesûd Barzanî û hindek berprisên din yên herêma Kurdistanê behsa referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê dikin, em tu qîmetê nadin wan daxuyaniyan û ew daxuyanî bi tenê ji bo mediyayê tên dan û di piraktîkê tu qîmeta wan nîne.”

Nêrînek

  1. Bila Komkara Erebî pêşî herin problemên welatên Ereban çareserbikin û bila herin jin û keçên Surî ji bin Tirkan derînin û namusa xwe xelas bikin û paşê bila werin derbarê biryara gelê Kurdistanê de raya xwe bibêjin….

  2. Fazil Mihamed û e veki wî ji ragihandiina Dewleta kurdi ditisin,jiber Dewleta kurda we bibe minakek. Demokrasiye di rojhilatanavin de, bitaybet bo gele arab go ji herkesi behtir pevîstiya wa bi demokrsîye heye,we bi xera Dewleta kurda gele arab ji şiyar bibin tirsa. Diktetore areb ewe ku edi nikaribin xuna gele xwa bimijin û hamuke dewlemendiya gele arab tene bo çend malbata be, Gele arab ne li dijî ragihandina Dewleta kurda ye çi sebek ji nine ku li dijîbin.

Nerîna min :