Polîtîk

KOMKAR.eu beşdarê Fuara Kar û Karker dîtinê bû

Şaredariya bajarê Wuppetalê, fuara Kar û Karger dîtinê amade kir. Di fuarê de gelek karsaz û dezgehên sivîl beşdar bûn. Di nav wan de, Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa- KOMKAR.eu jî hebû.

KOMKAR.eu di heqê kar û xebatên xwe de bi Almanî buroşur belav kir û bi devkî agahdarî dida beşdaran. Hin kitêbên çîrokên Kurdî bi Almanî, kitêba hînbûna zimanê Kurdî û Almanî, Kitêba xwarinên Kurdî bi Almanî û her wisa kitêba Mafên Mirovî a Kurdan bi Almanî hatibû nivîsandin, hatin raxistin.

Armanca vê fuarê, ji kesên bê karan re kar yan jî derfetên perwedeya pîşeyî peyda bike. Gelek şîrketên kar û dezgehên pîşeyî di heqê şîrket û dezgehên xwe de agahdarî didan.

Back to top button