Polîtîk

Komîta danûstandina dest kar kir

Hewlêr – Fuad Huseyn ji PNA û radiyoya Zagros re da xuyakirin, ku her dema şanda dan û standinan ber bi Baxdayê ve biçe, dê bernameyek hebe û dê hemû alîyên siyasî, gengeşeyê li ser vê bernameyê jî bikin.

Fuad Huseyn got: “Piştî gengeşekirina vê bernameyê, dê ev bername bibe bingeha dan û standinên bi Baxdayê re. Nûnerên hemû alîyên siyasî jî, di nava vê şandê de hene. Herweha wê ev şande bi xwe biryarê bide ka ew dê çawa kar bike.

Belê Fuad Huseyn weha jî da nîşandan, ku şanda dan û standinan nû dest bi kar û barên xwe kiriye û hemû hêzên siyasî jî, serdana herêma Kurdistanê kirine. Belê guft û goyên berfireh yên li ser vê bernameyê, hîna nehatine encamdan.

Back to top button