Komeleya Nûbiharê vebû
Mêvanên hêja, xwişk û birayên ezîz, êvara we bi xêr, hûn bi xêr hatin!
Îro bi amadebûna we dostên hêja, em hemû dê bi hev re şahidiya vekirina dezgeheke sivîl a Kurdî bikin ku ew jî Komeleya Nûbiharê ye. Ev vekirin ne destpêkeka xizmetên dilxwazên vê komeleyê ye, lewra ev komele xwe dispêre xebat û xizmetên salên dûr û dirêj.
Nûbihar navê xwe û îlhama xwe ji Ehmedê Xaniyê ku ji vir sê sed sal berê bi xema vî miletê hêja û bêxwedî hawar kiribû, digire. Belê Xanî bi Nûbihara xwe dixwest pêşî bi destên biçûkên Kurdan bigire û bi riya xwendinê çavê wan li vê dinyayê vebike. Nûbihara wî ne ji bo “sahib rewacan bû, belkî “ji bo biçûkêd Kurdan” bû ku ew jî bêkes û bêxwedî bûn. Loma jî, Nûbihara wî ji pirtûkekê zêdetir bang û hawarek bû.
Ev hawar cara pêşî ji vir sed sal berê di hiş û mêjiyê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî de deng veda. Bedîuzzeman xwest naveroka Nûbihara Biçûkan di nav holên zanîngehekê de geş bike û biçûk û mezinên Kurdan tê de perwerde bike. Belê Nûbihara Xanî di hişê Bedîuzzeman de pindikên xwe vekiribû û weku projeya Medreseya Zehrayê derketibû holê.
Lê sed mixabin çawa Nûbihara Xanî ji destê nezaniyê rizgar nebû “Zehra”ya Bedîuzzeman a ku dihat wateya gulekê ji Nûbihara Xanî jî derfeta gulvedanê nedît.
Em weku mîratgirê vê xema Xanî û xewna Bedîuzzeman, roja îro tenê ne ji bo biçûkan, ji bo hemû beşên civakê dixwazin Nûbihara serdema xwe binivîsin. Loma ji vir nozdeh sal berê di pêşengiya pakrewanê qedirbilind Seyda İzzettin Yıldırım de me bi “Nûbihara serdemiyane” soza wê yekê dabû ku êdî em ê hêviya xwe ji hêz û qudreta xelkê ango ê din bibirin û em ê bi nefsa xwe ji birînên xwe re bibin derman. Em ê bi kar û xebatên xwe ruşda xwe bi her kesî nîşan bidin da ku em ji bin wesayeta wasiyên bêwijdan rizgar bibin. Em ê xwe ji tu kesî kêmtir nebînin û em ê dawa serdestî û zordestiyê jî li tu kesî nekin. Lewra ew roj me got: “Ne zalim be, Ne mazlûm!
Xwişk û birayên hêja;
ji bo gihîştina van armancan û weku helqeyek ji xizmet û berpirsiyariyên me yên civakî em ê îro şahiya vekirina Komelaya Nûbiharê bi hev re parve bikin. Îro Komeleya Nûbiharê ya Diyarbekir bi her du şaxên xwe yên Wan û Batmanê dest bi kar dike. Lê hêviya me ew e ku em di gelek bajar û bajarokên Kurdistanê û bajarê din ên Kurdnişîn de şaxên xwe vebikin û destê xizmeta xwe a vê hêlê bigihînin her derî.
Em ê bi Komelaya Nûbiharê deriyê xwe ji her kes û komeke vê civatê re vekin. Da ku bi niyeteke baş, xizmeta vî miletî bikin. Lewra em hevnasîna kes û komên civata xwe ji bo yekîtî, tebayî û pêşketina miletê xwe tiştekî zerûrî dizanin.
Komeleya me di gel xizmetên giştî yên komeleyekê pê ve seranserî salê bi atolyeyên xwe yên fêrkirina ziman di xizmeta vî bajarî de be. Her wuha bi semînerên xwe yên mehane û çalakiyên xwe yên salane dê hewl bide ku li ser meseleyên fikrî, çandî, edebî, dîrokî, dînî û siyasî deriyê gotûbêj û nîqaşên sûdewer vebike.
Xwişk û birayên hêja, mêvanên ezîz,
Em weku Komeleya Nûbiharê ji bo perwerdekirina mirov û aştiya civakî giringî bi dîn û baweriyê didin. Lewra di nezera me de dîn û dinya weku beden û ruh bi hev ve girêdayî ne, her wuha li ba me dîn û millîyet jî hevgirtî ye. Rêzgirtina dîn û giringî dana bi dîn hem temamkerê nasnameya miletê me ye hem jî riya herî bihêz a peywendiya/têkiliya bi miletên cîran re ye.
Mêvanên ezîz,
Nûbihar di nav miletê Kurd de dengê aştî, dilovanî û hezkirinê ye,
remza xwendin û pêşketinê ye,
hevîrtirşê tifaq û yekgirtinê ye.
Lewra em baş dizanin ku heta em ji hev hez nekin,
heta em bi riya îlm û marîfetê dinyayê nas nekin û
heta em bi benê biratîyê qewî negirin em nikarin xwe bigihînin karwanên miletên pêşketî û serkeftî.
Nûbihar xebata bi vî awayî li hember mileta xwe wek mesulîyeteke dîrokî dibîne û di vê xebata xwe ya hesbî de li benda tu menfeetekî nîne. Tenê armanca me razîkirina Xweda Teala û xizmetkirina gelê me ye.
Bi vê bîr û bawerîyê, Nûbihar amade ye hevkarîya hemû dost û civatên vê dozê bike. ji bo vê armancê mil bi mil bi wan re bixebite.
Careke din hûn bi xêr û xweşî hatin, silav û hurmet…