Polîtîk
Komeleya Demokratan li Batmanê hate vekirin(video)
Li bajarê Batmanê ji bo parastina çand, ziman û dîroka Kurd Komeleya Demokratan li bajarê Batmanê hate vekirin.
Şehmus Turgut Serokê Komeleya Demokratan armanca vekirina Komeleya xwe de da zanîn ku ew dixwazin ziman, çand û nirxên Kurdî biparêzin bidin jiyandin û xwedî li xortên Kurd derkevin ku li ser çand û zimanê xwe de perwerde bibin.
Ozan Kardaş Peyvdarê Komeleya Demokratan jî got: Li ser daxuyaniya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya bi navê pêwîstiya rêxistinbûna Kurdan parastina ziman û çanda wan, me xwest em jî vê Komeleyê damezrînin û rêxistina xwe roj bi roj berfirehtir bikin.