Komeleya Çand û Hunerê ÇIRA: “Ziman rûmeta miletekî ye”
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA li Îzmîrê wê dest bi qursa Kurdî bike.
Sala nû ya xwendinê dest pê kir. Zarokên Kurd wê îsal jî bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû bimînin.
Em li Îzmîrê qursa zimanê Kurdî vedikin, ji bo ku li dijî vê çerxa asîmîlasyonê Kurdî hîn xurtir bi kar bînin. Li parêzgehên Tirkiyê zarokên Kurd neçar dimînin ku ji ziman û çanda xwe dûr bijîn. Ji bo pêşîgirtina li vê xetereyê qursên zimanê Kurdî amûrek girîng e.
Miletekî ku ji ziman û çanda xwe qut bûye bi tunebûnê re rû bi rû ye. Em di wê baweriyê de ne ku hemû kesên li Îzmîrê dijîn wê beşdarî qursa ziman a ku me bi vê armancê vekir, bikin.
Di vê mijarê de şîara me ya bingehîn “ziman rûmeta miletekî ye”.
Bi vê minasebetê em we hemûyan vedixwînin ku li dora ziman û çanda xwe bibin yek.
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA