Komela Kurdistanê difroşe
Serokê Frakisyona Komela Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de Zana Rostayî daxwaz dike ku Mexmûr vegere ser îdareya Bexdayê û Kurdistan dest jê berde. Berpirsekî PDKê li Mexmûrê jî dibêje, çawa Komel daxwaza vegera Qudsê ji bo ser Filestîn dike û dest ji Kurdistanîbûna Mexmûrê berdide.
Roja Yekşema borî şandeke Parlamentoya Iraqê serdana qezaya Mexmûrê kir û di wê serdanê de Zana Rostayî jî beşdar bû û li wir daxwaz kir ku Mexmûr vegere ser îdareya Bexdayê û Kurdistanê dest jê berde.
Derbarê wan gotinên Rostayî, Berpirsê Şaxa 23 ya PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Em li dijî wan gotinên Serokê Frakisyona Komel in. Em wek PDKê ne tenê Mexmûr, em dest ji bustek axa Kurdistanê bernadin.”
Kirmanc Ebdulah wiha got: “Mixabin Komel daxwaz dike ku Quds vegere ser Filestîn, lê dest ji Kurdistanîbûna Mexmûrê berdide. Mixabin ku ev helwêsta wê partiyê ye li hemberî dagîrkerê Kurdistanê.”