Polîtîk

Komela îslamî jî beşdarî hikûmetê nabe

Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina digel serokê komela îslamî ya Kurdistanê, Elî Bapîr, diyar kir, komela îslamî beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta herêmê nabe, lê partiyên zehmetkêşan, şûî û sosyalîst a demokrat a Kurdistanê dê beşdar bibin.

Li gora nûçeya Aknews: Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Îmad Ehmed, îro digel serokê komela îslamî ya Kurdistanê (KÎK) Elî Bapîr, li bara beşdarî di kabîneya nû ya hikûmeta herêmê de civiyan.

Piştî civînê, di civînene çapemeniyê de, serokê KÎKê Elî Bapîr, diyar kir, îro serokwezîr û cîgirê wî serdana wan kirin û ji wan xwestin beşdarî kabîneya nû ya hikûmetê bibin wiha axivî, “Me ji wan re ragihand ku em beşdarî hikûmetê nabin û wek dijbere li derveyî hikûmetê dimînin û heke pêwîst bike rexneyên çêker bikin.”

Nêçîrvan Barzanî jî, diyar kir, me îro serdana partiyên zehmetkêşan, şûî, sosyalîst û komela îslamî kir. Ji bilî komela îslamî, partiyên din amadebûna xwe bo beşdarî di kabîneya nû ya hikûmeta herêmê de nîşan dan. Helbet em hurmeta biryara komela îslamî digirin lê ew dikarin li derve alîkariya hikûmetê bikin.

Barzanî, wiha axivî, diyardeya dijberetiyê li Kurdistanê diyardeyeke di cihê xwe de ye û rewşa îro ya Kurdistanê, berî hertiştî pêwîstî bi yekdengiya dijbere û desthilatê heye.

Nêçîrvan Barzanî, li bara reform û derfeta reformê li nav hikûmetê de jî got, helbet di kabîneya 6em de karên baş jî hatin kirin û kêmasî jî hebûn, di kabîneya 5em de jî her wisa. Ma ez ne supermen im ku bêjim dê hemû tiştan baş bikim lê emê hewl bidin kerê herî baş bikin ku li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê be.

Tê zanîn, beriya niha, yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê jî ragihandibû, beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta herêmê nabin.

Back to top button