Di rewresma bîreweriya 109 saliya rojbûna Nemir Mustafa Barzanî de li Swed bi navê Komiteya hevkarî ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî, serokê Hevkariyê Şefik Kaya axavtinek kir. Ev texta Axavtina serokê hevkariyê ye.
Ji bo
Bîreweriya 109 saliya jidayikbûna Mustefa Barzaniyê Nemir
Rêzdar, nûnerên partiyên siyasî,
Rêzdar, serok û nûnerên rêxistinên civakî û dezgahên kurd û Kurdistanî,
Birêz, rewşenbîr û mêvanên hêja,
Amadebûyên qedirbilind,
Bi rêz û silavên Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, hûn hemû bi xêr hatine bîreweriya 109 saliya serokê nemir, rêberê miletê kurd, gorbihişt Mustefa Barzanî.
Em di vê bîreweriya 109 saliyê de, nemir Mustefa Barzanî û hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêz û rûmet bibîr tînin.
Rêzdaran,
Em serbilind in ku miletê kurd di dîroka xwe ya bi hezar salan de gelek kesayetiyên mezin, siyasetmedarên bi navûdeng û leheng afirandiye.
Lê di dîroka tevgêra rizgarîxwaziya Kurdistanê ya sedsala dawîn de, Barzaniyê nemir cihekî taybet girtiye û nimûneyeke bêhempa ye.
Dîroka Barzanî, dîroka serbilindiya miletê kurd e, berxwedana netewî ye, rûmet û serfîraziya miletên bindestan e. Herweha Barzanî dîroka dema borî, ya niha û ya pêşerojê ye jî.
Bêguman Mustefa Barzanî, lawekî miletê kurd e. Ew ji nêv dil û cergê miletê kurd afirîye, di tevgêra azadîxwaziya herçar beşên Kurdistanê de û di dilê bi mîlyonan kurdên welatperwer de zindî ye.
Barzani ji temenekî biçûk ve heta roja koça dawîn bûye derdmendê êş û kederên miletê kurd.
Nemir di zaroktiya xwe de, îdamkirina kekê xwe Şêx Ebdulselam Berzanî dîtiye. Zulm, zordarî û neheqiya ku li miletê kurd dihate kirin, dîtiye û di navê de jiyaye. Wî perîşaniya Kurdan, feqîrî, kuştin, girtin, zîndankirina bê sûc û sebeb û malwêrankirina xelkê sivil jî bi çavan ditiye.
Bêguman digel vê rewşa xirab wî berxwedan, têkoşîn û qaremaniya miletê kurd jî dîtiye.
Barzanî di destpêka jiyana xwe de, sond xwariye ku tu carî ew baweriya xwe bi dijmin nayne û xwe radestê dijminî nake.
Serokê efsaneyî Barzaniyê nemir, heta dawiya jiyana xwe jî, li ser wê soz û sonda xwe ma. Wî ne bawerî bi dijmin anîye û ne jî xwe radestî dijmin kiriye. Bi îmkanên pir kêm, di bin mercên herî giran de, Partiya Demokrat a Kurdistanê damezirandiye û rêberiya şoreşa Kurdistanê kiriye.
Barzanî serokek netewî ye, tu carî sînorên dagîrkeran qebûl nekiriye. Ew çûye alîkariya şoreşa Şêx Seîd, ya Şêx Mahmûdê nemir û di dema damezirandina Komara Kurdistanê ya li Rojhilatê jî, digel pêşmergeyên qareman ketiye xizmeta Komarê û Komara Kurdistanê parastiye.
Ew şoreşa Îlonê ya mezin ku nemir Mustefa Barzanî serokayetî û rêberiya wê kiribû, rêkewtinnameya 11 Adara 1970 yî weko destkeftiyeke mezin, berhema wî ye. Ked û emeka miletê kurd, xwîna şehîdan ya pîroz, bûye bingeha Kurdistan Azad ku niha ji bo kurdên herçar beşên Kurdistanê hêvî û umîdeke mezin e.
K. Hevkariya Hêzaên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, vê destkeftiya netewî ya mezin bi hemû îmkanên xwe diparêze û di xizmeta wê de ye.
Barzaniyê nemir bi dûrbîniya xwe ya siyasî, karîbûye terazina siyasî ya dema şerê sar ragire û rewatiya doza miletê kurd bi cîhanê daye nas kirin. Wî kari bû di wê serdemê de, ji miletê kurd re dost û piştgiran peyda bike.
Em weko K.H piştgiriya siyaseta Kurdistana Azad ya ku çareseriya pirsa kurd li hersê beşên din yên Kurdistanê di riyên aştiyane, diyalog û tedbîrên syasî de dibîne, dikin.
Em piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û piştgiriya şoreşa Sûriyê bi giştî dikin, ji bo damezirandina sîstemeke demokratîk li Sûriyê û mîsogerkirina mafên hemû milletên Sûriyê.
Daxwaza me ji tevgêra azadîxwaziya Rojavayê Kurdistanê ev e ku ew ji vê rewşê sûd û mifa bibînin, yekdeng, yekrêz, yekdest û yek helwest bin. Hêza xwe xurttir bikin. Ji bo roxandina rejîma dîktator yekîtiya hemû hevwelatiyên Sûriyê û yekîtiya kurd û ya hemû milletên Sûriyê pêwîst e, divê ev yekîtî bête parastin.
Herweha em piştevanê tevgêra rizgarîxwaziya Rojhilat û ya Bakurê Kurdistanê ne.
Hêviya me, ev e ku daxwaza û xewna miletê kurd ji bo kurdistaneke serbixwe bicîh bê.
Rêzdaran,
Mustefa Barzanî weke kesayetiyeke mezin, bi heybet û li cihanê pir bi navûdeng bû, lê bi jiyaneka sade û sakar di nav milletê xwe de jiyaye ta dawiya jiyana xwe.
Hezar silav li giyanê pak ê Barzaniyê nemir û li giyanê tevahiya şehîdên azadiya Kurdistanê bin.
Em di bîreweriya 109 saliyê de careke din nemir Nemir Barzaniyê mezin bi rêz û rûmet bibîr tînin û gotara xwe bi vê gotina wî bidawî tînin ku dibeje:
”Xweda şahid e, em şer naxwazin!”.
Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!
17.03.2012
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ