Komarparêz Joe Biden bi gulebarana Trump tawanbar dikin
Wek tê zanîn, sûîkastek li hember namzetê Serokatiya Amerîkayê Donald Trump hat kirin û ev yek bû cihê nîqaşa senaryoyên cuda. Hinek dibêjin ku Trump bi xwe ev senaryo çêkiriye, hinek jî dijberên Trump ango komarparêz û serokê niha Joe Bîden ji sûîkastê berpirs dibînin. Nûnerekî Komarparêz di sala yekem a wezîfeya xwe de Serokê Amerîkayê Joe Biden sûcdar kir ku fermana gulebarana Donald Trump daye.
Senatorê Ohio J.D. Vance, yek ji berbijêrên potansiyel ên cîgirê serokatiya Trump, di posta xwe ya li ser X de got ku “Tiştê îro qewimî ne bûyerek takekesî ye. Pêşgotina bingehîn a kampanyaya Joe Biden ev e ku Donald Trump faşîstek otorîter e û divê bi her awayî rê li ber bê girtin. Ev retorîk rasterast bû sedema hewldana kuştina Serok Trump”.
Hevalbendê din ê Trump, Senatorê Alabama Tommy Tuberville jî gotinên Vance ji nû ve tweet kir.