Polîtîk
Komara Çek dixwaze alîkariya Kurdistanê bike
Îro 25.03.2020 Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê li dîwana parêzgehê pêşwaziya Konsolê Giştiyê Komara Çek li Kurdistanê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan amadehiya xwe û welatê xwe ji bo hevkarîkirina li warê pizîşkî de ji bo parêzgeha Hewlêr û hemû parêzgehên dinê Kurdistanê nîşanda. Li vê rewşa nexwastî û ji ber şewba Korona ku bûye gefeke li ser tevahiya mirovayetiyê hatiye pêş.
Ji aliyê xwe ve Parêzgerê Hewlêrê ji bilî bixêrhatina wan, spasî Konsolê Giştî yê Komarê Çek li Kurdistanê û şanda li gel kir ji bo hevkarî û pêşniyarên wan û tekez jî li ser hemahengî û hevkarî û peywendiyên di navbera wan ya ji bo karkirin û xizmetguzariya mirovdostane li gel dam û dezgehên peywendîdarên sînorê parêzgeha Hewlêrê kir.