Komar li vir e… Demokrasî li ku ye?
Mehmet Altan
Mixabin vê komarê nikarîbû bi “demokrasiyê” re bibe yek. Komara bê demokrasî şansê wê yê serkeftinê nîne. Em vê yekê jî qebûl bikin ku li vî welatî hem desthilatdarî û hem jî muxalefet her tim li dijî demokrasiya resen bûne.
Di sed saliya Komarê de hema hema her kes heman pirsê dike, “komar serketî ye an neserketî ye?” Ev pirsek pir naîf e.
Tiştên din bidin aliyekî, gelo dewleta ku xwediyê darazek hilweşiyayî ye dikare bêje serketî ye? Ji aliyê serdozgerê nav sîstemê ve hat ragihandin ku daraz li ser çerxa bertîlê tevdigere û biryarên derqanûnî dide.
Komar şeklê rêveberiya dewletê ye. Ji bo komar be divê dewlet hebe. Ji bo ku bibe dewlet divê dadgeriyek ku hiqûqê qebûl bike û îxanetê li hiqûqê neke hebe. Bê daraz dewlet nabe, bê dewlet jî komar nabe.
Tenê girseya mirovan e ku yê bihêz yên din ditirsîne û fermanan dide. Ji bo hebûn an nebûna Komarê, divê pêşî dewlet be, lê ji îfadeyên dozger bi xwe jî em dibînin ku êdî sazîyek wiha tuneye.
Tiştê ku muxalefet û her kesê ku ji desthilatdariya heyî aciz e, bi eşkere dibêje yan jî diyar dike ev e: Vê hukûmetê komara me hilweşand. Diyar e yên ku ev bîst sal in welatekî bi daraz, aborî û perwerdehiya xirap bi rê ve dibin, di vî karî de zêde ne baş in. Lê ez difikirim ku hemû sûcdarkirina wan wê ji rastiyê birevin. Berî her tiştî hemû kesên ku îro li Tirkîyê hukum dikin, li gor temenê xwe zarokên vê komarê ne. Ew berhemên sîstema perwerdeya vê komarê ne.
Berpirsiyarê perwerdehiya mirovên wiha bêçare ev komar e. Ev tê wê wateyê ku komarê li vir nikarî kalîteya mirovatiyê pêş bixe. Serdestên îro û yên ku deng dane wan jî berhemên vê komarê ne.
Berî ku em hemû gunehan deynin ser desthilatdarên îro û yên ku ew hilbijartine, divê em vê yekê jî bipirsin ka çima komarê nikarî sîstemek perwerdehiyê ya ku mirovên bi kalîte mezin bike ava bike.
Ji bo dadgeriyê jî, ku îro ji aliyê gelan bi xwe ve hatiye îlankirin xirap e… Erê, daraz riziyaye… Yanî îro riziyaye? Ger dadwerîyek saxlem hebûya, gelo her hukûmet dikaribû wê bi hêsanî ji hev biqetîne?
Di vê heyama desthilatdariyê de ez bi hincetên pêkenok ketim hepsê… Birayê min jî ket girtîgehê… Belê, pêncî sal berê bavê min jî bi hincetên pêkenokî ketibû girtîgehê.
Berî vê hikûmetê li vî welatî bi hezaran kuştinên kiryar nediyar hatin kirin. Kîjan sûcdar hat girtin û darizandin?
Ma me tenê di vê heyama desthilatdariyê de me dît ku rayedarên dewletê yên ku sûc kirine, li dadgehan beraat kirin? Aborî… Di kîjan serdema vê komara sed salî de ev welat dewlemend bûye?
Ma gelê wê di nav dewlemendiyê de dijiya? Koreya Başûr li paş me bû, lê ew bi ser ket.
Almanya Şerê Cîhanê yê Duyemîn da destpêkirin, ji hev ket, parçe bû, hilweşiya… Îro xwedîyê dewlemendiyekê ye ku bi ya me re nayê hember e. Emê vana çawa îzah bikin?
Desthilatdariya îro çi xerab bû jî xerabtir kir… Ger dewlet li ser bingehek zexm ava bibûya, wê nikarîba wê têk bibira. Tevî hemû hewldanan jî Trump nekarî sîstema Amerîkayê têk bibe. Çima sîstema ku li Amerîkayê naşkê li vir bi hêsanî têk diçe?
Ger em koka pirsgirêkê nebînin, îmkana çareseriyê jî namîne. Lê mixabin vê komarê nikarîbû bi “demokrasîyê” re bibe yek. Komarek bê demokrasî şansê wê yê serkeftinê nîne.
Em vê yekê jî qebûl bikin ku li vî welatî him desthilatdarî û him jî muxalefet her tim li dijî demokrasiya resen bûne.
Pêşniyara min a “Komara Duyemîn” yekbûna komarê bi demokrasiyê re dihate pêşbînîkirin. Em li xwe mikur bên ku hîna ji civakê daxwazek saxlem ya demokrasiyê tuneye.
Civaka ku li ser qatan hatiye dabeşkirin, zordestiya “dijminên xwe” bi demokrasiyê tercîh dike. Di encama vê hilbijartinê de, ew neheq û birçî dimîne.
Diya min gelek caran digot, “Xwedê wan bi birçîbûnê terbiye neke”… Lê ez difikirim ku emê bi birçîbûnê wan terbiye bikin…
Bi mîlyonan mirovên ku nikanin ji zarokên xwe re qutiyek pênûsê bikirin, di dawiyê de neçar in bipirsin “çi ye? çare?”
Çareserî demokrasî ye…
Çareyek din nîne.
Heta niha me ji bilî demokrasiyê her rêbazek din ceribandiye…
Me guh daye her protestoyê… Em her carê daketine heman çolê.
Ger em israr bikin ku heman rêyê bişopînin…
Emê ji dema îro jî xerabtir biçin.
AG