KNK daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê dike
Îro 10/11/2013 Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd li bajarê Hewlêrê civîna xwe encamda. Piştî guftûgoyekî eşkere ya di derbarê temamnebûna pêwîstiyên sazkirina Kongreyê ku biryar bû li 25 ê vê mehê de bê sazkirin. Bi sedema hinek pirsgirêkên siyasî û temam nebûna amadekariyan nikarîn Kongreya Neteweyî ya Kurd li dema xwe ya diyarîkirî de saz bikîn. Ji bo wê yekê dixwazîn bi hemû aliyekî radigihînîn, bi navê hemû endamên Komîteya Amadekarê Kongreyê ku nûnerayetiya partî û aliyê siyasiyên hemû perçeyên Kurdistanê dikîn daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê dikîn.
Ji aliyekî din ve tekez li ser wê yekê dikîn ku weku Komîteya Amadekar ji bo temam kirina pêwîstiyên sazkirina Kongreyê li demeke guncav de li karên xwe de berdewam dibîn. Hêvîdarîn ku pirsgirêk û giriftên siyasiyan bi diyalog û bi girîngî wergirtina berjewendiya bilinda neteweyî bêne çareser kirin ku eve jî ji bo sazkirina kongreyê bingehê xweştir dike.
Her wiha dûpat dikîn ku ji bo temamkirina karên teknîkî û duvdaçûna çareseriya her pirsgirêkek ku bête pêş sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd li civînên xwe de berdewam dibîn.
Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd
10/11/2013
Hewlêr – Kurdistan