Kiryar ji tamatayên cotkaran re hate peyda kirin
Beşek ji cotkarên Herêma Kurdistanê gileyî li firoştina berhemên xwe dikin û doh li Hewlêrê beşek ji wan xwepêşandanek li dar xistin û berhemên xwe avêtin. Parêzgerê Hewlêrê li gel Nûnerê Cotkaran civiya û dibêje: Ji bo firoştina berhemê tamata, kargeha qutubendiya Herîrê “li nêzîktirîn demê da” tê vekirin û dest bi kar dike û ji cotkaran tamata dikire.
Li daxuyaniyeke nivîsîngeha parêzgerê Hewlêr di derbarê civîna xwe ya li gel nûnerê cotkaran dide zanîn ku hemahengiya wan li gel Wezîra Çandin û Çavkaniyên Avê û Birêveberiya Giştî ya Çandinê li Hewlêrê kirine û gihîştine van encaman:
1- Ji bo firoştin û kirîna berhemê tamata ji cotkaran, kargeha qutubendiya Herîr li nêzîktirîn demê de ji bo kargehê dest bi kirîna tamatayan dike.
2- Şêx Baz ji bo handana berhemê cotkarên navxweyî biryarê daye rojane 45 ton tamata heta şeş rojan bikire û wekî karê xêrxwazî li wargeh û taxên hejarnişînên Hewlêrê dabeş bike. “Ev helwest jî hêjayî rêzgirtin û spase”.