Nivîsar

Kî dibe serokkomarê Iraqê !

Parlementoya Iraqê roja 7ê Sibatê  ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê dicive. Serokkomarê Iraqê li gora teamûla heyî divê  ji Kurdan be. Berê di navbera PDK û YNKê de li ser vî postî lihevhatinek hebû. Celal Talabanî li gora vê li hevhatinê bû serokkomarê Iraqê. Piştî wefata Talabanî, Fuat masum bû serokkomarê Iraqê. Masum jî gora li hevhatina PDKê û YNKê wek serokkomar hatibû hilbijartin. Lê piştre PDK û YNKê ji bo serokkomarek hevbeş li hev nekirin.

Dema Berhem Salih bûyî serokkomarê Iraqê ew wek berbijêrê YNKê bû, lê PDKê jî dixwesta wezirê derve yê niha yê Iraqê,Fuad Hiseyn bibe serokkomar. Di encam de parlementoya Iraqê terciha xwe li gel Berhem Saleh danî û ew bû serokkomarê Iraqê. Heta gelek siyasetmedara ev helwesta parlementoya Iraqê wek xelatek ji bo 16ê Oktoberê hate nirxandin.

Hişyar Zêbarî

Ji bo vê yekê ew li hevhatina berê di derbarê serokkomariya Iraqê de navbera PDK û YNKê de heyî nemaye û sala 2018ê ve dawî hatiye. Berhem saleh roja 2.10.2018ê ne bi riza û daxwaziya PDK bûye serokkomarê Iraqê. Ji bo vê yekê jî di roja me de mirov nikare behsa li hevhatinek di navbera PDKê û YNKê de bike.

Berhem Salih dema serokkomariya xwe de li Bexdayê nekariye berjewendiyên Kurd û Kurdistanê biparêze. Di pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de tu rolek erênî neleyztiye û her  çavê xwe li bûyerên li dijê Kurda rûdayî girtiye. Ji aliyek din ve, Berhem Saleh xiyaneta 16ê Oktoberê de rolek Sereke hebû. Ev yek ji aliyê Kurdan ve nayê ji bîr kirin.

Niha du berbijêrên Kurd ji bo serokkomariya Iraqê hene yek jê berbijêrê YNKê Berhem Saleh e û yê din jî berbijêrê PDKê Hişyar Zêbariye. Herdu aliyan jî ji bo li hevhatinkî deriyê diyalogê di vê derbarê de girtine. Herweha herdu alî jî ji bo berbijêrê wan bê hilbijartin li gel aliyên din yên erebên Şîe ê Sune hevdîtina dikin û di nava çalakiyekî de ne. Dawiyê parlementoya Iraqê biryara vê yekê dide. 

Berhem salih

Lê dixweyê şansê Hişyar Zêbarî gelektir e. Ji ber ku PDKê li gel kutleya serokê parlementoya Iraqê Helbusî li hevkiriye û pişgiriya wan misoger kiriye. Ji aliyek din ve jî Sedir jî pişgiriya berbijêrê PDKê dike. Ev herdu alî û PDK di parlementoya Iraqê de piraniyê destve tînin.

Di daxûyaniyeka xwe de, Endama fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Sozan Mensûr dibêje ku, deriyê gotubêje li gel PDK hatiye daxistin. Lê di rastiya Xwe de deriyê gotubêjan ji bo serokkomariya Iraqê sala 2018ê hatibûn daxistin.

Ji aliyek din ve parlementoya berê ya PDKê  Neda Mêrgesori jî dibêje: Şansê Kak Hişyar Zêbarî ji bo serokomartiyê zêde ye û dê serkeftî be. Ji ber rewş baş helsengandin kiriye û li ser rastiyê siyasetê dike, lê tişta cîhê xemgîniyê ye, YNKê nedibû ji bo xatirê dubare berbijêr kirina Berhem Saleh, yekrêziya gelê Kurdistanê têkbida.

Niha çav hemû li roja 7ê Sibatê û dengdana parlementoya Iraqê ye.

3.2.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button