HevpeyvînVîdeo

Kî derewa dike Kurdistan 24 çi dike?

Parlementera HDPê Selma Irmak di axftinek ya xwe de gotibû ku; Barzanî gotiye PKK û PYD teroristin û bi Barzanî wek Erdogan xeber dide.Li ser vê yekê di serî de medya Başûr û medya kurdî bê deng ma. Malpera Nasname bi zimanê Trikî nirxandinek li ser vê gotara derew ya Selma Irmak weşand.http://www.nasname.com/a/devsirme-asena-kustahlastiHerweha di vê derbarê de Rojevakurd jî nûçeyek weşand.https://rojevakurd.com/derewa-dike/ Li ser vê yekê kanala televizyona 24 ji Kurdistanê hevpeyvînek zindî li gel Serma Irmak kir. Kurdistan 24 pirs ji Irmak kir. Lê Irmak vekirî li axavtina xwe xwedî derneket û herweha cardin karî,kanala 24ê bike qada propaganda xwe ya derew.Wek din  Selma Irmak behsa malpera Nasname kir û di derbarê malperê de tiştên derew gotin. Irmak Nasname bi derewa û weşandina nûçeyên nerast tawanbar kir.Kanala 24 eger di cih de berpirsên Nasnameyê re neke ûgel heman peyamnêrî  mafê axavtinê nedê wan bi zanebûn xizmeta siyaseta dijê Barzanî û Kurdistanê ya Selma Irmak dike.Herweha dema kesek di kanalekî de heqaretê li kesek din yan jî li aliyek din bike,yan jî wan tawanbar bike,  mafê wan jî heye di heman kanalê de û heman bernameyê de li heman peyamnêrî behsa rastiya pirsê bikin.Ya herî rast ew bû ku di heman bernameyê de berpirsek yê malpera Nasnamê jî amade bibûya . Dê hingê eşkere bibûya ku kî derewa dike û rastiyê dibêje.Di serî da kanala 24 û hemû Kurdistanî dizanin ku, medya PKKê û parlementer û hevalbendên wan dema dixwazin di derbarê serokê Kurdistanê de gelek bê ehlaqî xeber didin. Lê cihê parastina wan nabe bibe medya Başûr.Li ser vê heypeyvîna kanala 24ê cardin nasname nirxandinek weşandiye:http://www.nasname.com/a/kurd-medyasinda-ahlaksiz-ittifak-videoJi bo têgihandina vê pirsê em vîdeoya hevpeyvîna Irmak û kanala Kurdistan 24 diweşînin.Hêviya wêne ku Kurdistan 24 çewtiya xwe serast bike.https://www.youtube.com/watch?v=4AcE3eTJRFU

Back to top button