Kî Cizîr anî vî halî..
Li Tirkiye û Kurdistana Bakur biratiya li ser berjewendiyên rojane hatî avakirin, û valebûna gotina ku em birane di hestên ciwatê de vekirî derdikeve holê.Piştî cardin destpêkirina şerê qirêj jiyan li gelek deverên Kurdistanê sekinî. Di seride Cizîr, Silopî. Gever û gelek cihên din ku bûn qada şer kurda zererek mezin dît.Eve 7 rojin li Cizîrê jiyan sekiniye. Nava kolanên Cizîrê şerek bê edres berdewam dike. Xelk ji malên xwe dernekevin. Elektrik tuneye, pirsa xwarinê derketiye holê. Heta xelk nikare miriyên xwe veşêre.Hêja di vê rewşê de hinek bi navê siyasetê şovên siyasî dikin.Di vî şerî de çênd çekdarên PKK jiyana xwe ji dest dane, çend polis esker hatine kuştin ne girîng e. Ya herî giring ev şerê çîye? pirsek bê bersiv.Dema hilbijartinan de ew aliyên Tirk ku pişgiriya HDPê dikiran ji bo çi li himber êrîşên nijadperestên Tirk bê dengin.Kes behsa vê nake.Li Tirkiye nijadperst erîşê kurda dikin. Ku tenê tu kurd bû bese ku tu bibî armanca erîşên nijadperest li Tirkiye.Basên, bajarên kurda tevlî rêwingiya dibin armanca êrîşên nijadperestan. Kurdên li Tirkiye wek karker dixebitin ji dev karên xwe berdidin û vedigerin.Başe li himber vê mitefiqên HDP yên Tirk çi dikin? dewsa Ertugrul Kurçû û parlementerên HDPê yên Tirk li Enqere behsa Cizîrê bikin û ranta vî şerî bixwin bila li Tirkiye li himber êrîşên nijadperestên Tirk bisekinin.Figen Yucedag ji bo çi xwe nake mertalê parastina avahiyên HDPê li nav bajarên tirka?Mixabin piraniya medya kurdi zenebûn yan jî ne zanebûn xizmetekî ji vî şerî re dike. Weşandina awayê nûçeyan gelekî giringe.Herkes nûçeyên şer belav dike . Lê behsa sedema şer nayê kirin. Tehribata vî şerî di nava civatê de peyda kirî piştguh têkirin.Dewleta Tirk dewletek dagirker û dijmine. Gelo çi gazind dijminekî tê kirin?Lê aliyê din pêwiste siyaseta ku kurd kirîn vî halide bê rexne kirin heta bê mehkum kirin.Ne dewlet ne PKK , miletê kurd di vî şerî de winda dike…