Li gora nûçeyek ku Avesta Kurd de hatiye belav kirin, îdiayek heye ku YPGê şervanek yê xwe ji bo serdana birayê xwe yê Pêşmerge kiriye hatiye kuştin.Civan Mihemed Silê şervanê YPGê bû. Birayê Civan, Bahoz jî di nava hêza pêşmergeyên Kurdistana Rojava de pêşmerge bû.Ev 3 sal bûn herdu bira hev nedîtibûn. Civan ji Qamîşlo çû Başûrê Kurdistanê li ser tixûb serdana birayê xwe Bahoz kir û lê bû mêvan.Herdu biran li devera Sinon û Rebia hevdîtin. Roja 2.01.2016 ê berpirsên YPGê xebardan dêwbabên Civan û gotin: Civan li sr sinorê Tirkiye di şerekî de bi destê leşkerên Tirk hatiye kuştin.Malbata Civan dibêje, tu şerek li ser sinor navbera PYDê û leşkerên Tirk de çênebûye ku heta Civan bê şehîd kirin.Malbata Civan dibêje ew ji aliyê YPGê ve hatiye kuştin.Li gor jêderên nêzîkî malbata wî, ji ber ku Civan sînor derbas kiriye, ew hatiye tesfîyekirin. Di derbarê vê yekê heta niha YPG tu daxuyanî nedaye.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
Têkildar
Balkêş e ?
Close