Cîhan

Keştiyekî cengî ya Amerîka gihîşt giravên Yunanîstanê

Li berdewamiya aloziyên li deryaya navîn, keştiyeke cengî ya Amerîka gihîşte girava Girit ya Yunanîstanê da ku çavdêriya navçeyê bike.

Li gor çavkaniyan keştiya cengî ya “USS Herschel Woody Williams” ya artêşa Amerîka ji bo çavdêriya aloziyên di navbera Yunanîstan û tirkiye yên li deryaya navîn gihîştiye kenarên girava Girit ya Yunanîstanê. Keştiya cengî ya “USS Herschel Woody Williams” duyemîn mezintirîn keştiya artêşa deryayî ya Amerîkaye ku bi navenda piştevanî û veguhestina hêzên ji bo operasyonên serbazî tê nasîn.

Back to top button