Nivîsar

Kêşey Kurd le Bexda çarenûse ne wezaret e

  Dilşad Mistefa Wesanî  Le dewletî Iraqda, kurd postî le supa û hkûmetda hebuwe, herçende ta hatuwe rêjey ew beşdariye kem botewe, ewaney ke post û plew payeşiyan wergirtuwe, wek nuwênerî gel û le layen hzb û girûpî siyasiyewe kandîd nekirabûn, çunke bedrêjayî ew mêjuwe, hzbî siyasî ya nebuwe, ya eger le qonaxêkîşda hebûbêt, derfetî karkirdinî nebuwe, partî le çend uwêstgeyekda, kandîdî hebuwe, belam be têkçûnî peywendî şorşî kurdistan û bexda, kandîdekanî le hkûmet kişandotewe. Şorş û raperîn û qurbanîdanî kurd, bo ewe nebuwe çend kesêk bçne bexda û post werbigirn, eger her bo ewebûbêt, ewa bo nimûne le serdemî paşayetîda, kurd kesanî ple balay le supa hebuwe, keçî iêsta ta dêt rêjey kurd lew supaye kem debêtewe. Ewey êsta têbînî dekirêt, xerîke mesele serekiyekey xelkî kurdistan le çend wezaretêkda kodekirêtewe, eme belarêdabirdinî amancî gelî kurdistane. raste le seretay 2003 qonaxî nuwey Iraq, kurd şerî leser destûr û wergirtinî postî siyadî û wezaret kird, belam bo ewkat giring bû pêdagirî leser ew postane bikat, çunke ewey selmand ke netewey duwemî Iraqew nabê çîdî be hawlatî ple dû seyr bikirêt. Le serdemî şorşî eylûlîşda, ke rêkewtinnamey 11 î adarî 1970 legel bexda îmzakira, le salî yekemî cêbecê kirdinî rêkkewtinnamekeda, bexda pêyî leser ewe dagirt îdrîs barzanî bibête cêgirî serok komar, belam barzanî nemr qayl nebû hîç yekêk le kurekanî pleyek werbigirêt û hebîb mhemedî diyarîkird, lê seranî bexda razî nebûn, boye posteke her be betalî hêlrayewe, ta duway 1974 bexda teha mhiyedîn me’rufî lew poste dana, boye nskoy şorş lepênawî çarenûs bû. Ke wate ewey giringe çarenûsî xelkî kurdistane, nek çend wezaretêk, iêsta katî eweye, be bexda bigutirêt çarenûsman belawe giringe û nakirêt çîdî mandûbûn û ew hemû xuwênerjawe bikeyne qurbanî çend plew postêk bo rtûşkirdinî hkûmetî Iraq.

Back to top button