Civak

Kesên di derbarê rûdanên tarî axivtibe hatiye kuştin

Li gor agahdariya aktifhaberê piştî kuştina Ugur Mumcu, kî derheq rûdanên tarî de ku gotibe ew dê bipeyive, hatiye kuştin.

Malxweya Ugur Mumcu ku niha parlemana partiya Komarî ya Gel (CHP) e, piştî 20 salî pirtûkek nivîsiye û tê de gelek tiştên balkêş eşkere kiriye. Ew pirtûk bû sedem ku kuştina malxweyê wê ji nû ve bête lêkolînkirin.

Gulden Xanin gotiye ku “Yeşil sê sal piştî kuştina malxweyê wê hatiye mala wê û gotiye ku ´Kuşûtina Mumcu bi Dewleta Kurd çêbûye.”

Rojnameya Bugunê jî îro rastiya kuştina Ugur Mumcu yeko yeko rêz kiriye. Û tiştê herî ku bala mirov dikişîne, ev e ku gotiye “Çi kesê ku gotiye EZ Ê BIPEYIVIM hatiye kuştin” û weha domandiye: “Piştî rabûna ihtîmala Şerê Saz, li Tirkiyê pir kesên zana wek qisasnediyar hatin kuştin.”

“Pir balkêş e ku kuştêna Mumcu pêre pêre xistin stuyê Îranê û pêre pêre jî duruşêm wek ´Bimre Şerîet´ hatin avêtin.”

“Piştî kuştina Mumcu, dosyayeke pir girîng hate wendakirin. Ew dosya ji aliyê albayekî taqawid ji bo Mumcu hatibû amadekirin û dê wî ew dosya dabûna Celal Telebanî ku 100 hezar çek  bi çi awayî firotine PKKê.”

“Mumcu li pey belgeyekî digeriya ku MITê derheq Ocalanî de dabû Dadgeha Leşkerî ya Îdara Urfî. Di wî belgeyî de ji bo Ocalanî nivîsîbûn ku  ´Bizim mensubumuzdur` ango zilanê me ye.”

Piştî kuşûtina Mumcu çend kesên ku dê ev rûdan eşkere kiribûna, lê hatin kuştin ev in:
-Tevfik Agansoy, gotibû ku ez ê kuştina Mumcu jî tê de her tiştî eşkere bikim. Ji aliyê peyayên  Çakici ve hate kuştin.
 
– Kemal Ayhan sawcî bû, li ser kuştina Mumcu lêkolîn dikir, di 1995an de hate kuştin.

–          Weli Huseyn. Digotin ku vî Mumcu kuştiye û dewletê ew ji Turkiyê derxist, lê piştre li Silopiyê mirî hate dîtin.

–           Org. Eşref Bidlis. Gotibû ku eger zeman were, ez ê bipeyivim û Dewletê rexne kirbû ku ew ulkuyîyan bi kar tîne. 24 roj piştî kuştina Mumcu (17-2.1993)  balafira wî anîn xwarê û ew kuştin.

– Cem Ersever. Serbaz Huseyn Oguz gotibû ku Cem Ersever di nava plankirina kuştina Mumcu de ye, li ser wê gotinê Cem jî hate kuştin.
 
– Muzafer Dagdevirenê ku ji doza “Umud”ê hate berdan, pêre pêre wî kuştin (22.09.2005). Ev muzafer endamê çeteyên Kurşad Yilmaz û Haluk Kirci bû.”

Rojevakurd

 

 

Back to top button