
Partîya Konservatîf ya Brîtanî kesê ku di cîhê Boris Johnson de bibe serokwezîr di di meha Îlonê de eşkere dike.
Ajansa Reutersê da zanîn ku Partîya Konservatîf îro Duşemê di nav xwe de biryar daye ku ew navê nû yê li şûna Johnson di 5’ê Îlonê de ragihîne.
Di Partîya Konservatîf ya desthilatdar de heta niha 11 kesan berbijarîya xwe ragihandiye.
Partîya Konservatîf dide zanîn ku bo ew peyvajo bi lezgînî bimeşe ewê dengdanê bo 2 berbijarên dîyar li dar xin.
Dengdan wê bi rêka postayê li dar keve.