Bi taybet çep û Kemalîstên ku bi navê çepîtî, sosyalîzm û bratîya gelan xizmeta berjewendîyên dewleta xwe dikin, tofanek mezin bi serê kesayetîya Kurd a resen de anîne…

Nûrî Çelîk

Em milletekî bextreş in. Parçekirina me ya di nav çar dewletên hov de bextreşîya herî mezin e. Ev her çar dewletên hov xwedîyên çar çand û toreyên kirêt in û bike neke bandora van çand û toreyên kirêt li Kurdan jî dibin. Bandora bindestîyê, bandora perwerdeya dagîrkeran, operasyonên pişaftina hiş û mejî û kiryarên dûrî insanetîyê Kurd di bin bandorek mezin de hiştine. Çi wek civak, çi wek rewşenbîr û siyasetmedar, çi jî wek ferdên girêdayî wê civakê, bi her awayî em di bin bandora operasyonên dagîrkerên xwe de mane û em bixwazin nexwazin evê bandorê kesayetîyek dûrî kesayetîya Kurd bi me re çêkiriye. Çi wek vîn û karakter, çi jî wek hizr, helwest û hişmendî, em şibiyane dagîrkerên xwe. Sedî sed nebe jî, lê di gelek waran de dagîrkerên me di alozkirin û guhertina malzar (hucre) û DNA me de rolek mezin lîztine û heta bi astekê jî bi ser ketine.

Kesayetî yekûna tevger  û helwestan e. Tevger û helwesta merivan kesayetîya wan radixe ber çav. Çawa ku tilîyên dest ne wek hev in, kesayetîya merivan jî ne wek hev e. Her ferdek civaka Kurd kesayetîyek cuda ji dagîrkerên xwe girtiye. Parçekirin û alozkirina vîn û kesayetîyê beşek ji plan û projeyên dagîrkeran e. Ji bo ku ferdên welatê dagîrkirî ji kesayetîya xwe ya netewî dûr bikeve, dagîrker her rêyên xirab jê wan re mubah dibînin û dînamîtê dixin bin vîn û kesayetîya wan. Bi vî awayî  ferdên welatê bindest kesayetîyek nû, kesayetîyek dûrî nirxên civaka xwe distîne û bi demê re hemû nirxên kesayetîya xwe winda dike.  

Di rûniştina kesayetîyê de gelek sedem û faktor hene. Tore û nirxên malbatî, eşîrtî, herêmtî û bandora der û dora civaka sosyal bandorek mezin li kesayetîyê dike. Insan ji malbat, eşîr, der û dora xwe gelek tiştan hîn dibe û ew tiştên ku hîn bûye şikil dide kesayetîya meriv. Bi taybet perwerde (dibistan yan medrese ferq nake) bandorek mezin di guhertina kesayetîyê de dike. Bi taybet perwerdeya dibistanên dagîrker di guhertin û alozkirina kesayetîya zarokên Kurd de rolek sereke dilîze. Hînkirina ziman, dîrok, tore û çanda dagîrkeran kesayetîya Kurd ji bedena zarokan davêje der û kesayetîyek dagîrkirî di mejî û bedena wan de bi cîh dike.  Ji xwe asîmîlasyon û pişaftin jî ji vir û pê de dest pê dike. Asîmîlasyon ne tenê pişaftina zimên e, herweha pişaftina mejî ye, pişaftina hest û helwestê ye, pişaftina hemû nirxên netewî ye jî.  

Wek ferdên milletekî bindest, me kesayetîya xwe ne tenê ji dibistan yan dezgehên dewletê, lê herweha ji îdeolojîyên partîyên dewletê jî stendiye. Çi çep bin, çi rast û oldar bin, ji ber ku hemû di xizmeta dewleta xwe de ne, hem bi îdeolojîya çepîtî û enternasyonalîzmê, hem jî bi oldarî û ummetparêzîyê bandorek mezin li hişmendî û kesayetîya me kirine. Ji bo em ji kesayetîya xwe ya resen û ji hestên xwe yên netewî dûr bikevin, bi van herdu îdeolojîyan em pişaftine û em şibandine xwe. Bi taybet çep û Kemalîstên ku bi navê çepîtî, sosyalîzm û bratîya gelan xizmeta berjewendîyên dewleta xwe dikin, tofanek mezin bi serê kesayetîya Kurd a resen de anîne.  Evê kesayetîya aloz û rê li ber me winda kiriye û nehiştiye ku em wek Kurd bifikirin, wek Kurd bilivin û wek Kurd bi mejîyekî zelal nêzîkî doza xwe û welatê xwe bibin.

 Merivên xwedî kesayetîyek resen xwedîyên soz û gotinên xwe ne, vir û derewan nakin, berpirsiyartîyên xwe dizanin, heval û hogirên xwe di rojên teng de bi tenê nahêlin, li wan xwedî derdikevin û bê dek  û dolab girêdayî doz û armancên xwe ne. Lê mixabin kesayetîya me ya ku ji alî çepên  Tirk ên Kemalîst û dewleta wan ve hatiye dagîrkirin ne soz û peyman bi me re hiştiye, ne jî  bext û bawerî. Vîn û îrade parçeyek ji kesayetîyê ye. Gava kesayetî bê dagîrkirin, vîn û îrade nikare li ber xwe bide û dibe mehkûmê kesayetîyê. Ji ber vê, bi dagîrkirina kesayetîyê re vîn û îrada me jî şikestiye û em nikarin bi îradeyek serbixwe û azad nêzîkî doz û armanca xwe bibin.

Bi kurt û Kurmancî;  îradeya dagîrkirî hest û helwestek egoîst (ezezî), oportonîst (durûtî), berjewendperest û tirsonek bi me re xuliqandiye. Paşeroj û rabirdûya partîyên me û rewşa me ya îro vê yekê disepîne. Wek Kurd divê em rojek berî rojekê  xwe ji vê kesayetîya dagîrkirî azad bikin û dîsa bi kesayetîyek resen, bi kesayetîyek Kurd û Kurdistanî xwe ji nû ve bihûnin.   

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: