Kerkûkî: Li Tirkiye derfet bo çareseriya pirsa kurd zêde bûye

Li gora nûçeya AKnewsê, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî, îro di daxuyaniyek nivîskî de, encamên hilbijartinên 12 Hezîranê yên Tirkiye nirxand.

Kerkûkî, pîrozbahî li gelê Tirkiye û namzedên serbixwe yên kurd kir û hilbijartin wek serkeftinek mezin bo gelê Tirkiyeyê nirxand.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê, daxuyand, gelên Tirkiyeyê, li hêviya wê ne ku bi vê parlamentoya nû, bibin xwediyê destûra bingehîn a sivîl û gavên demokratîkbûn û reformê bên avêtin.

Kemal Kerkûkî, cext li ser “pêşîvebûna demokratîk” kir û wiha axivî, “Ji ber vê, divê bi zihniyetek vekirî û demokratîk, encamên hilbijartinê bên nirxandin ku mercên pêkve jiyanê û astengiyên siyasî û yasayî yên li hember çareseriya pirsgirêka kurd li wî welatî hene, bên rakirin.”

Kerkûkî, destnîşan kir, di parlamentoya nû ya Tirkiyeyê de, dê derfeta herî zêde bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd, derkeve holê.

Nerîna min :