Kerkûke di derbarê referandumê de biryara xwe da
Meclisa Parêzgeha Kerkûkê bi beşdariya Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm civiya.Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîmda xåyakirin ju; Referandûm mafekî yasayî ya Kerkûkê ye û destûra Iraqê jî rê dide birêvebirina referandûmê. Rêvebirina referamdûmê li Kerkûkê nabe sedema şer.Serokê Lîsta Birayetî di Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de Mihemed Kemal ji K24ê re ragihand, wan wek 23 endamên Encûmena Parêzgehê daxwaza civîneke encûmenê kirine ku biryarê li ser beşdarîkirina Kerkûkê di referandûmê de û bi piraniya dengan ev biryar hat pesendkirin.Di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, her yek ji pêkhateya Tirkmenan û nûnerên Kildan, Siryan û Aşûriyan deng dan beşdariya di referandûmê de. Herwiha diyar kirin, ew dengê “Belê” didin serxwebûna Kurdistanê.Endamê Tirkmen di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de Îrfan Kerkûkî jî ragihand, ew wek pêkhateya Tirkmen di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de ligel birêvebirina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ne.Herwiha got jî, Kerkûk beşdarî referandûmê dibe, ji bo welatiyên wê parêzgehê bikarin nêrînên xwe derbirînin.