Kultur

Keremê Gerdenzerî: Hezkirina welat û ziman li malan de tê parastin

Yekemîn hunermendê Rock muzika Kurdî û damezrênerê Koma Wetan Keremê Gerdenzerî ku li Moskowaya paytexta Rusyayê dijî, li hevpeyvîneke taybet de ragihand, hezikirina welat û zimanê Kurdî li mal û malbatê de tê parastin.

Gerdenzerî di derbarê koçberiya malbata xwe de dibêje ew li qirkirina salên 1915 an de li gel Ermeniyan, Êzîdî jî ji bajarê Qersê koçberî Rusyayê hatine kirin. Piştî şoreşa Sovyetê jî, dewleta Sovyetê dest daniye ser hemû mal û mulkên wan û ew koçberî Sîbîryayê kirine.

Di derbarê ziman û hezkirina welat de, Keremê Gerdenzerî da zanîn ku li gel wan hemû êş û zehmetiyan jî bav û kalên wan, ewan fêrî çanda Kurdî kirine û ew fêr kirine ku li derveyê malê çi zimanek bipeyvin jî, dema hatina nava malê de, divê bi tenê zimanê Kurdî bipeyvin. Her wiha li nava malê de jî ew fêrî hezkirina welat û kultur û çanda Kurdî kirine.

Her wiha Keremê Gerdenzerî got: Hezkirina welat li nava mal û malbatê de destpêdike. Mixabin li Bakûrê Kurdistanê nîvê Kurdên me zêdetir Kurdî nizanin û ewê dizanin jî Kurdiyeke şaş û kêm dizanin. Pêşî divê li nava malbatê de, xwedî li zimanê xwe derkevin, li derveyê malê çi zimanek bê axaftin jî bandorê li ser zimanê Kurdî û çanda Kurdî nake.

 

Back to top button