Kengî wê pêngavek mîna Tajîkistanê were avêtin ?
Omer Sindî / Başûrê KurdistanêDi pêngaveke ne çaverê kirî de perlementoya wî welatî dinrûniştin a xwe ya dawî de çendîn biryar ên bilez û girêdayî asayîşa neteweyî dan, ji wan biryaran qedexekirin a navên Erebî û bi zor tiraşîna rihên kesanên oldar ên radîkal û hizir hişk, daêxistina ciyên firotin a cil û bergên Erebî ku Mûslman ên radîkal wan li xwe dikin. Rojnameya DAILY MAIL ya Birîtanî dibêje: polîsên Tajîkistanê karîne rihên 13.000 hezar kesan bi tiraşin û 1.700 kes jî razî bikimn ku laçikê ( hîcabê) ji serê xwe bikin û êdî li serê xwe nekin ji bo kontrol kirin û rêgirtin li hember îslama siyasî û hizir ên hişk û radîkal li wî welatî herwiha rojnameyê amaje bi wê yekêjî kiriye ku polîsan 162 ciyên bazirganî ( ticarî ) daêxistîne ku taybet bûn bi firotin a laçikan û pantolên kurt.Radioya azadî RADIO LIBERTY jêdera nûçeyên navenda Asiya û Tajîkistanê dibêje: her kesê rihên wî boş û bi sedema olî hiştbin bi zor hatine jê kirin, dîsan DAILY MAIL di dirêjîyê dide nivîsê û dibêje: hikûmeta Tajîkistanê ev pêngav avêtiye piştî hest bi metirsiyê kirî bi taybetî bi sedema hebûn a hizaran çekdaran li Efganîstan û Pakîstanê hevsoziya xwe ji bo dewleta xelafeta îslamî ( DAIŞ )ê eşkere kirin û hev tuxîbên Tajîkistanê ne.Tê zanîn ku 2000 kesên Tajîkî li nava Dewleta Îslamî de li Sûriya şer î dikin, li hemû cîhanê neku bi tenê li Tajîkistanê ev pêngav tên avêtin beriya vî welatî li Misrê jî ev pêngav hatbûn avêtin ji ber ku welat li hember metirsiyê de ye û pêngavên bi vî rengî pêdivî ne li her welatekê bên avêtin û rêgirî li hizrên hişk û radîkal were girin, serhildan û belavbûna vê hizira xeternak ew welat xistibûn hember metirsiyeke mezin ji ber ku ev fikirên radîkal û hişk tenê yek encamên wê heye ew jî wêrankirina welatî ye.Lewra dixwazim bêjim li Başûrê welatê me ev fikir her ku diçe belavtir dibe weke pêlên ava biharan, ji ber ku heta niha desthelat û ciyên peywendîdar hîç hesabekê li gel wan nakin heta kar gehaye wê astê li ser mînberên mizgeftan vî welatê û li ser ekranên setelaytan û telefizyonê lokal û radio û sîteyên elektironî ya ku ew dixwazin bi eşkere dibêjin bêyî ku hizirê ji bo kesekê bikin.Hovatiya DAIŞê protesto nakin, pêşmergeyî jî bi şehîd nabînin û bi gotar û fît û hawarên wan bi dehan ciwan ji Başûr berê xwe dane nav rêzên Dewleta Îslamî ya terorîst û hindik hindik ketine nava dezgehên hikûmetê û gehan astên herî bilind serokê lijneya mafên mirovan li perlementoya Başûrê Kurdistanê berê endamê rekixrawên ( Cundul îslam û Ensar Elîslam ) yên terorstî bûye.Mixabin eger ev geşbûn li vê astê jî rawestaba tişt nebû lê gehaye astên herî xeternak, parve kirina hizirên hişk û radîkal û nexweş berdewame, pirtûkên ciwantrîn navên Erebî li ser cade û pirtûkxaneyan rojane tên firotin dîsan rojane ciyên firotin a çoxikên Xelîcî yên li bajêran herêmê zêde dibin, rih jî berdewam yên boş û gevoze û dirêjtir dibin û şelwal û pantol jî her ku diçe kurt dibin, rewş eve ya min gotî ew ê ku bawer neke bila ji kerema xwe hinekê ji demê xwe winda bike û li kenalê Amojgarî mêze bike yanjî seredana çend pirtûkxaneyan bike hingê wê bizanibe rewş çiqas metirsîdar e û berev ku diçe.Pirseke min heye û kî bersiv bide mala wî ava be, gelo handan dijwariyan û şermizar nekirin û protesto nekirina kiryarên DAIŞê û bi şehîd nedîtina Pêşmergeyan û hewildana şirînkirina kultorê biyaniyan belku dijminan bi behaneyên olî gelo ev hemû ne binpêkirina asayîşa netewî ne !! Pa kanî bi min bi din fêm kirin eger ev ne bezanidin û binpêkirina asayîşa netewî be gelo ew çiye û binpêkirina asayîşa netewî çiye ?!Eger geşekirina navên Erebî û dirêjkirina rih û kurtkirina pantol û şelwalan û zêdebûna ciyên bazirganiya cilên Erebî û laçikan difiroşin ne metirsî ba gelo perlemento û hikûmeta Tajîkistanê û serokê wê ( Emomalii Rachmon ) çima biryara qedexe kirin û danîna tuxîbekê ji bo hat dan ?! Emê kengî hizir lê bikin ???.