Nivîsar

Kemalîzm, Nasirîzm, Baasîzm / Tevgera Kurd…

 Îbrahîm GUÇLU([email protected])Kemalîzm, îdeolojîzekirina fikrên Atatirk in.Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, ev îdeolojiya ji bona xwe kir îdeolojiya fermî.Ev îdeolojiya korparîst, faşîst, totalîter:Li Tirkiyeyê jiyan ji bona hemû miletan xist tarîtiyekê.Mafên mirovî perçiqand.Li ser miletên li Tirkiyeyê jiyan dikin,  zûlum û zordariyeke mezin meşand.Hemû mafên milî yên kurdan xesip kir.Bi helwesteke hişk ya nîjadperestî hebûna miletê kurd înkar kir.Ji bona ku miletê kurd bike tirk, deezgeheke nîjadperestî û jenosîdeke domdar meşand.Kemalîzm serkaniya nasyonal sosyalîzma (faşîzma) Elmanyaya û îtalyayê bû.Li Rojhelata Navîn jî, ji Mîşel Eflak re yanî ji baaasîzmê re, ji Nasirîzmê re jî pêşengî kir û serkanitî kir.Loma Kemalîzm jî, Nasirîzm jî, Baasîzm jî, diktatoriyên faşîst û totalîter yên burjuvaziyê biçuk, bûrokrasiya sivîl û leşker in. Li serê miletên Rojhelata Navîn xeteriyeke mezin in.Kemalîzm, dîktatoriya burjuwaziyê biçuk, bûrokrasiya sivîl û leşker yê tirkan e.Baasîzm û Nasırîzm rejima burjuwaziya biçuk ya ereban in.Ev rejiman û diktatoriyan, nîjadperest û nasyonalîstiya teng a neteweyên serdest in.Bingeha Kemalîzm, Baasîzm û Nasirîzmê, jakonbenîzm û terora Fransayê.Di van rejiman de pirpartîçitî tune ye.Di van rejiman de, yek partî hikum dike, yek serok û yek îdeolojî heye.Ji dervayî îdeolojiya Kemalîzmê, Baasîzmê, Nasirîzmê hemû îdeolojî qedexe ne.Li van rejîman, mafên şexsî û grubî qedexe ne.Ji mafê grubên etnikî û neteweyî re hirmet û rêz tune ye.Di Kemalîzmê de M. Kemal Ataturk, di Baasîzmê de Mişel Eflaq û Sedam Huseyîn û Hefiz Esad, di Nasirîzmê de Nasir xwedê ye.Tu kes, tu rêxistinek û hêzek nedikarî/nikare ku wan rexne bike.Kemalîzm, Baasîzm, Nasırîzm, di hemen dem de nefes û jiyana xwe ji çepitiya otorîter û totalîter ya stalînîst û lenînîst jî digre.Heta Baasîzm û Nasîrîzm rasterast encama “riya nekapîtalîst de sosyalîzm avakirinê” ye.Ji bona vê yekê jî, gelek xeter in.Yekîtiya Sovyetan piştî Şerê Sar jiyana xwe qedand û ket nav guhertineke gelek bingehî. Hezar mixabin Baaasîzmê piştî şerê Sar jî, li Iraqê û li Suriyeyê jiyana domand.Bes Baasîzma Iraqê di sala 2003-an de encama midaxale û şerê DYA-yê û hevalbendên wê hat rûxandin.******Kemalîzm û Baasîzm û Nasirîzm, wek min li rêzên jorîn diyar kir, fikir, çalakî, îdeolojî, desthilatdarıya burjuwaziyê biçûk e.Tevgera Bakurê Kurdistanê jî, ji bona ku di sala 1938-an de di serîhildana dawî ya Kurdistanê de sinifên karbidest yên Kurdistanê ji derveyî jiyanê û siyasetê hatin hiştin, burjuwaziya biçûk li Bakurê Kurdistanê piştî salên 1960-yî serokatî ji tevgera milî re kir.Ev beşa civata Bakurê Kurdistanê jî di dibistanê kemalîstan de gihîştibûn û kemalîzm ji bona wan bibû çandekê.Eynî tebeqeya kurd, dema ku îdeolojiya çep ya stalînîst û lenînîst jî pejirand.Tevgera kurd di şertên Şerê Sar de şikil girt û xwe organîze kir.Ev çanda kemalîstî û stalînîstî li ser hev sûwar bûn.Vê yekê sinifa siyasî ya Bakurê Kurdistanê, ji hêjayiyên kurdî dûr xist û ji gelê Kurd re bîyanîbûyinek derket holê.Siyaseta kurdî qels bû.Vê yekê jî zerareke mezin da Tevgera Bakurê Kurdistanê.Tevgera Bakurê Kurdistanê bi gelemperî demokrat nebû.Her rêxistineke Bakurê Kurdistanê û her îdeolojiyeke ku li Bakurê Kurdistanê qewimî bû, ji derveyî xwe rêxistin û îdeolojî rewa û meşru nedidît.Fikrê îdeolojiyekê, serokekî, partiyekê hat parastin. Ev nerîn jî gelek aşkere ye ku dişibe kemalîzmê û baaasîzmê.Amed, 2017

Back to top button