Kelha Hewlêrê kete nav lîsteya şûnewarên cîhanî
Komisyona şûnewarên cîhanî a ser bi saziya UNESCO ve , di civîna xwe ya roja 21ê hizîrana 2014ê ku, li bajarê Duhe li Qeterê, hat saz kirin bi piraniya dengên endamên komisyonê, razîbûna xwe li ser danan kelha Hewlêrê di nav lîsteya şûnewarên cîhanî de diyar kir.
Dara Yakobî serokê komsiyona balaya vejandina kelha Hewlêrê, ji bajarê Duhe, di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got ku, wan gelek civîn digel komsiyona şûnewarên cîhanî encam dan û bi zelalî rewşa kelha Hewlêrê û dîroka wê û metirsiyên li ser wê hene, eger aliyên navdewletî di hawarê wê nehên, ji komisyonê re beçav kirin, di civîna dawiyê de 18 endaman ji koma 21 endaman razîbûna xwe li ser danan kelha Hewlêrê di lîsteya şûnewarên cîhanî de nîşan da.
Yakobî got ku, pêşkeşkirina vê daxwazê viyabû ji aliyê yek ji dewletên endam di komsiyona şûnewarên cçhanî ve be, welatê Ceazyîrê bi vî erkî rabû û bi timamî piştevaniya xwe nîşan da û di vê biryarê de roleke ber bi çavan hebû. Wî gor ku, sefîrê Îraqê yê li Qeterê jî roleke baş hebû.
Ji bilî Cezayîrê, Tirkiyeyê jî di vî warî de roleke baş lîst û wê digel Cezayîrê bi timamî piştevaniya vê dosyeyê kir û di hemû gotûbêjan de beşdar bûn û daxwaz kirin ku, bi lezgînê ev meseleyê bê cîbicîkirin.
Kelha Hewlêrê yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye, li gor dîrokzanan, dîroka Kelehê ji bo zêdetir ji 7 hezar salan vedigere û Kelha Hewlêrê kevintirîn cîyê akincîbûna mirovatiyê ye ku, jiyan tê de hertim berdewam bûye û bi awayekî bazineyî hatiye dirust kirin. Rûbera Kelhê 102 hezar û 190 m2 ye, dikeve senterê bajarê Hewlêrê, 415 metr li ser rûyê deryayê bilind e û 26 metr û 25 santîmetr li ser astê rûyê bajarê Hewlêrê bilindtir e ku bilintirîn cî digehe 30 metroyan.