Kelemê çavê dijmina de:Kurdistan
Di hinek qonaxan de li Tirkiye navê Kurdistanê tê gotubûj kirin. Taybetî siyasetmedarên Tirk heyina navê Kurdistanê ne qebûl dikin û ne jî tehemûl dikin. Ev yek gelek vekirî ji hest û hizrên wan yên nijadperestî tê. Ne hevceye ku mirov behsa navê Kurdistanê bike û vê yeke bêxe babetek a minaqeşeyê. Ji ber ku em wek Kurd dibêjin Kurdistan heye û welatê Kurdane û kurd li li ser axa Kurdistanê dijîn. Ev rastiyeke ku nayê inkar kirin. Ew kes yan aliyên vî navî inkar dikin nijadperestin û ev nav dê her demî wek qabûsekî li ser singa wan be.
Niha ne tene Tirk yan jî hinek aliyên Tirkiye navê Kurdistanê inkar dikin yan jî qebûl nakin. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyaseta PKKê jî di piraniya cihan de vî navî qebul nake û ji bo ji bîrkirina Kurdistanê navên cuda bi kar tîne. Li Tirkiye navê Kurdistanê her çikas bi destûrî ne qedexe be jî,lê di mejiyê wan de qedexeye û gelek cara dadgeh ji bo karanina vî navî doza di derheqê hinek kesayetên kurd û dezgehan de vedikin û gelek jî bi vê mebestê hatine cezakirin.
Di salên 70î de, li Tirkiye piranî jî çepên Tirk heyin û tunehiya Kurda minaqeşe dikiran. Kurd hene yan tunene babetek germ a minaqeşeyan bû. Piştre gotin kurd hebin jî ne netewene. Herî dawî digotin nabe ku Kurd bi serê xwe, xwe rêxistin bikin. Ji bo vê jî gelek rêxistin bi siyaseta qewmiyetê nav dikiran.Ev yek wek tawanekî û kêmasiyek mezin didan nîşandan. Lê tu cara nijadperestiya xwe mikûr nehatin.
Heta demekî encama siyaseta PKKê û dijitiya wan li himber Ala Kurdistanê, gelek kurda li bakur Ala Kurdistanê ku sembola netewîye, wek ala PDK yan jî Ala Barzanî nasdikiran. PKK tu warî de Ala Kurdistanê bi kar neaniye. Sala 2012ê li Rihayê hemwelatiyek navê zaroka xwe ya hatî dînê kir Kurdistan û ev yek bû sedemê ku doz hate vekirin ,lê dawiyê ew nav hate qebûl kirin.
Di warê siyasî û civaki de cara yekem li Diyarbekirê hinek ciwanên Kurd Ala Kurdistanê li ser Surhên Diyarbekirê daliqandin û dan xûyakirin ku welatê me Kurdistane. Ev yek kete rojeva Tirkiye de û gelek hate minaqeşekirin. Adara 2011ê de ciwanên Kurdistanê bi minasebeta wefata Barzaniyê nemir, li Qosera Mêrdinî çalakiyek li darxistin û cardin Ala Kurdistanê li hemû deverî dalikandin. Ev yek demek dirêj di medya Tirkiye de bû babetek sereke yê gotubêjin siyasî. Havîna 2012ê li Diayarbekir ciwana damezirandina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ragihandin û navê Kurdistanê cardin li di medya Tirkî û di nava dadweriya Tirkiye de bû rojev û 25ê Temuza 2013ê navê Kurdistanê hate qebûl kirin û ket nava literetura komeleyên Tirkiye de . Yani Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê hate qebûl kirin.
Piştre Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye, Partiya Azadiya Kurdistanê û Partiya Sosyalista Kurdistanê ,hatin damezirandin û hêdî Ala Kurdistanê di gelek qada de hate bi karanin. Heta wek îro jî navê van partiyan ji aliye dadweriya Tirkiye ve bi awayek fermî nehstiye pejirandin. Doz ji bo girtina van partiyan hate vekirin û ev doz bedewamin.
Dema ku Tayib Erdogan serokwezîr bû, wî jî serdaneka xwe ya Diyarbekirê de navê Kurdistanê kar anî. Ev helwesta Erdogan di wî demî ji aliye MHP û CHPê ve gelek hat rexne kirin. Piştre Erdogan di parlementoyê de bersiva van herdu partiyan da got ku, herin di nava arşîvên parlementoyê binerin ev nav gelek cara hatiye bi karaninû dîroka Osmaniyan wek minak da nişandan.
Lê cardin di vê qonaxaxê bayê siyasete hatiye guhertin û hemû bi hevre reda navê Kurdistanê dikin.
Kurd gerek li welatê xwe, çanda xwe,diroka xwe ,li axa xwe xwedî derkevin û van babetên bingehî bikin bingehê siyaseta xwe da ku pêşeroja xwe bikaribin diyarbikin.Heta divê ev yek bibe pîvana Kurdistanbûyînê jî.
Niha du mînakên berbiçav hene. Başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê.
Li başûr Kurdistan heye û Ala Kurdistanê wek ala netewî li ser axa Kurdistanê bilin de, navê Kurdistanê di qada navnetewê de tê karanin.
Li rojavayê Kurdistanê bû bakurê Suriye û navê desthilata hatî avakirin jî de Kurdistan tûneye. Li Rojava ne Kurdistan bi karanine û ne jî Ala Kurdistanê hatiye bilind kirin. Niha her kurdek li ser van herdu mînakên ber biçav bifikire ,dê hesanitir rastiya Kurdistanê û siyaseta tê rêvebirin tê bigihe.
Nêrîn/Şirove