Civak
Kêfa Talebanî xweş e
Piştî mana wî li nexweşxaneyeke bajrê Belînîna paytexta Alemniyayê ji bo îlackirina nxweşiyê zêdetir ji sal û niva, duhî Celal Talebanî serokomarê Îraqê yê berê û sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) vegeriya başûrê Kurdistanê û niha li mala xwe li bajêrê Silêmaniyê hêdî-hêdî pêşwaziyê li endamên poilîbûroya partiya xwe dike.
Di yekem wêneyê hatiye weşandin Talebanî pêşwaziyê li cîgirê xwe yê yekem Kosret Resûl dike û dixuyê ku, tendirustiya Talebanî baş e û kêfa wî xweş e.
Li gor hin çavkaniyan Celal Talebanî naxwazwe hemû endamên polîtbûroya xwe bibîne û weke hatiye ragehandin rê ji Berhem Salih re nehatiye dan wî bibîne.