Polîtîk

Keçek Kurd di Televizyona Swedî de nûçeyan pêşkêş dike

 

Li bajarê Tebrîzê yê Îranê ji dayik bûye, bîranînên wê yên destpêkê ji Afganîstan in, di heşt saliya xwe de hatiye Swêdê, deh salî jê re hatiye eşkerekirin ku ew kurd e.

Khazar Fatemi peyamnêra nû ya Televîzyona Swêdê SVT ye.

Televizyona Swêdî SVT çend peyamnêrên taybet girtine kar ji bo ku ew ji deverên cuda yên cîhanê bernameyan amade bikin. Peyamnêra ku ji bo Rojhilatan Navîn hatiye wezîfedarkirin Khazar Fatimi ye.

Lê berya vî karê şopandina Rojhilata Navîn Khazar Fatimi îro di SVT de dest bi pêşkêşkirina nûçeyan kir û di yekem weşana wê ya zindî de me xwest em karê wê bişopînin.

 

Khazar Fatemî kî ye?

Dê û bavên wê bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ji Sinê ne. Di sala 1983ê de ew li Tebrîzê ji dayik bûye û hîna ew zarokek di pêçekê de malbat bar dike Afganîstan û bîranînên Khazar yên destpêkê ji wira ne. Khazar Fatemi, SVTs korrespondent i Mellanöstern. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Heşt salî malbat carek din koçber dibe û ew tên Swêdê. Du salan piştî hatina Swêdê ew mafê penaberiyê werdigirin û ji bo cara ewil hingî malbata wê nasnameya xwe ya rasteqîn, ya kurdî jê re eşkere dike. Heta wê demê wê qet kurdî nizanûbû, lê niha kurdî zimanê wê yê danûstandinê ye. Ji bilî kurdî ew farisî, darî, swêdî û ingilîzî dizane.

Di 2012ê belgefîlmê bi navê “Li ciyê ku dilê min lêdixe” (Where my heart beats) ku li ser rewşa Afganîstanê bû hate weşandin û baldariyeke mezin dît.

Niha ew li Televizyona Swêdê peyamnêra Rojhilata Navîn e.

 

Back to top button