Polîtîk
Keça Sedam Hisên dixwaze tevlî DAÎŞ bibe
Keça mezin a Sedam Hisên diktatorê berê yê Îraqê ragehand ku ew bi serkeftina DAÎŞ li Mûsil û deverên din yên Îraqê kêfxweş e û ew dixwaze vegere Îraqê û bikeve nav hêzên DAÎŞ ê.
Rexda Sedam di daxuyaniyekê de ji rojnameya Qudis Elerebî re gotiye: ”Ez gelek bi serkeftina çekdarên apê xwe Izet (Izetd Durî cîgirê berê yê Sedam Hisên) û çekdarên qehreman û çekdarên bavê xwe dilxweş im.”
Li gor wê serkeftina çekdarên DAÎŞ bi alîkariya çekdarêb partiya Basê bû ye.
Li gor rojnameya navborî, Rexde bi hûrî bûyerên Îraqê dişopîne û ew dixwaze di demek nêzîk de vegere Îraqê û tevlî çekdaran bibe.
Weke tê zanîn Rexda keça Sedam Hisên û malbata xwe li Urdinê ne û ji aliyê berpirsên urdinî ve tên parastin.