Cîhan

Kêça Kurd Xeleta Nobelê ya Aşitiyê girt

Keça Kurda Êzidî û rizgarbûya destê çekdarên rêxistina DAIŞê, Nadiya Murad bi hevbeşî li gel pizîşkê ji welatê Kongoyê Denis Mukwege, Xelata Nobel a Aştiyê wergirtin.Komîteya Xelata Nobelê îro Înê 5ê Cotmeha 2018ê serkevtiyên îsal ên xelata nobel a aştiyê aşkere kir.Komîteyê ji bo sala 2018ê xelata Nobel a Aştiyê da keça Kurd a Êzidî Nadiya Murad û doktorê Kongoyî Denis Mukwege.Nadiya Murad yekemîn Kurd e li cîhanê û duyemîn law e li cîhanê ku Xelata Nobel a Aştiyê werdigire. Nadiya Murad sala 2014ê di êrişa çekdarên rêxistina DAIŞê de êxsîr ketibû destê wan çekdaran û rastî destdirêjiya sêksî hatibû, ku piştî çend mehan ji destê DAIŞê rizgar bû.Komîteya Xelata Nobelê ragihandiye, Nadiya Murad li dijî tundûtîjiyê kar kiriye, û em hewlên Nadiya Murad û Denis Mukwege yên jibo rûbirûbêna tundûtîjiya sêksî bilind dinirxînin.Keça Kurda Êzidî, Nadiya Murad xelkê gundê Koço yê ser bi qezaya Şingalê ve ye, di sala 1993an de ji dayik bûye û di êrişa sala 2014ê de, dayik û 6 birayên wê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatine gullebarankirin.Nadiya Murad dis ala 2016 de bo wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê hatibû kandîdkirin, herwiha di sala 2016ê de bi hevbeşî li gel Lemiya Beşar xelata Sakharof wergirtibû. 

Back to top button