Kultur

Keça Kurd bi deng û hestên xwe Arab Idol hejand

 

Di programa Arabidol de a ku roja înê 12.04.2013ê li ser ekrana televizyona  MBC  de hate weşandin, keça kurd Perwas Hisên bi deng û hestên xwe juriya pirogramê û cemawerê ku di pirogramê de amedebûne şaşomaşo kir.

Komîteya juriyê her bi awayên cihê dîtinên xwe li hember deng û hestên Perwasê diyar kirin, hunermndê navdarê Libnanê Raxêb Elamê di nirxandina xwe de,  di derbarê Berwaz Husên de got: Te bi hunera xwe nexşa hunra Kurdistanê bi nexşa huenera Erebî ve girêda.

Hunermeda jin Nansî Ecram piştî ku guhdarî Perwas kir û dilxweşiya xwe anî ziman û jê xwest ku wê fêrî stiraneke Kurdî bike. Wekî din Hunermend Ehlam di nirxandi na xwe de got: Pêwîste hestên te di dibistanên Hunerê de bêne xwendin û diyar kir ku ew gelekî dilxweşe bi dengê  wê  û hestên wê.

Hunermed Hesen El-Şafî jî ragihand ku Perwas her tişteke nû li ser srtanê  zêde kiriye, û ”min bi xwe gelek sûd jê vê zêdebûna ku wê li ser sertranê kiriye  wergirtiye û ez di wê baweriyê deme ku gelek kesên din jî,  wê ji hunera wê sûd werbigrin.

Back to top button