Parlemantera Kurdistanê Hediya Murad dibêje, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku keç û jinên Êzdî yên ku rizgar bûne, di hêza nû ya Şingalê de beşdar bibin.
Li gorî rêkeftina di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, biryar e hêzeke 2500 kesî ji xelkê Şingalê were avakirin, ji bo parastina xelkê Şingalê. Keç û jinên Êzdî dê di wê hêzê de cih bigrin.
Hediya Murad derbarê wê mijarê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew hêza nû ya Şingalê dê 2500 kesî be û dê keç û jinên Êzdî tê de beşdar bibin.”
Wê parlemantera Kurdistanê wiha got: “Keç û jinên Êzdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, dê di wê hêzê de beşdar bibin û dê karibin bergîriyê li axa xwe bikin.”