
KCKê derbarê rewrisma çekdanîna çekdarên PKKê de ragihand ku, di bernameya rewrismê de hinek guhertin çêbûne.
KCK di daxûyaniya xwe de dibêje: “Ji ber rewşa ewlehiyê ya guherbar, hûrguliyên merasîma ku hatibû plankirin li Silêmaniyê pêk were, di demek kurt de hatin guhertin. Merasîm wê wekî ku hatiye plankirin pêk were, lê wê zindî neyê weşandin û çapemenî beşdar nebe. Ji ber vê yekê em pir xemgîn in û em rîca dikin ku ev guhertina lezgîn a kêliya dawî wê erênî were dîtin.
Wê li nêzîkî cihê merasîmê ekranek were danîn û dawiyê wê qeydên merasîmê lê wir were weşandin. Tekane rêya ku em we agahdar bikin ev e. Hûn vexwendiyê wir in. Dibe ku hin ji we ji ber guhertina kêliya dawî de biryara beşdarnebûna merasîmê bidin; em vê biryarê bi baş fêm dikin, rêzê jê digirin û ji ber vê nerehetiyê em xemgîn in.”