Polîtîk

KCK: Em ji Şingalê dernakevin

Li gora nîçeya ANF KCK dibêje gerila ji Şingalê dernakeve. Di vê derbarê de ev nûçe di ANFê de hatiye belav kirin:

“ Di daxuyaniya Komîteya Dîplomasiyê ya KCK’ê de hat gotin, “Em nizanin bê Birêz Sefîn Dîzaî li gorî çi ev daxuyanî daye” û hat bibîrxistin, ku ne PKK’ê ne jî fermandarên gerîla ti daxuyaniyek li ser derketina gerîla ji Şengalê nedane.

Komîteyê destnîşan kir, divê Şengal ji aliyê Şengaliyan ve were birêvebirin û bal kişand ser girîngiya hêzên xweparastinê.Di dewama daxuyaniya Komîteya Dîplomasiyê ya KCK’ê de hat gotin, “Tê zanîn bê gerîla bi çi rengî çûye Şengalê. Ji bo nehêle Êzidî werin qirkirin, dest li DAIŞ’iyan werdaye. Hem civaka Êzidî li dijî êrîşên DAIŞ’ê parastiye, hem jî ji bo careke din êrîşên bi vî rengî rû nedin bû alîkar ji Êzidiyan re ku saziyên xwerêveberî û xweparastinê ava bikin. Gerîla ji bo serdestiyê neçûye Şengalê. Armanceke xwe ya bi vî rengî nîne. Lewma ti rojev û derdekî gerîla yê derketin an jî derneketina ji Şengalê jî nîne. Bi tenê, ji bo bicihanîna erka xwe ya dîrokî û wijdanî li wê derê ye. Kengî Êzidî bûn xwedî hêza xweparastin û rêveberiya xweser, hingî wê armanca gerîla ya li Şengalê bi cih hatibe. Lewma bêyî pêkhatina vê yekê, xistina rojevê ya derketina gerîla tê wateya nedîtina fermana 74’an.”LI ŞENGALÊ GIRÎNGIYA XWEPARASTINÊKCK’ê da xuyakirin, ku gerîla ne li pey serdestiyê ye, her wiha nêzîkatî û feraseteke ku bi hêzeke din re bikeve nava pêşbaziyê jî nîne. KCK’ê li ser siberoja Şengalê ev nirxandin kir: “Ji xwe Êzidiyan çiqasî hêza xwe ya parastinê ava kirin, hebûna gerîla jî ewqasî kêm dibe. Piştî ku Êzidiyên ji cemaet û nêrînên siyasî yên cuda li Şengalê li hev civiyan, hêzeke hevpa a xweparastinê ava kirin û dest bi rêvebirina xwe bi xwe kirin, em bawerin ku wê çaxê wê pirsgirêka hebûna gerîla û pêşmergeyan a li wir jî çareser bibe. Di vî warî de nîqaşên me yên li ser heyeta siyasî ya PDK’ê dewam dike. Bêguman ev hevdîtin me nêzî dîtina aliyên hevpar dike.Me ji destpêkê ve gotin, ku nîqaşên hebûna gerîla dixe rojevê, ne rast in. Ji bo me ya girîng ew e; ji bo careke din ferman ranebe, Êzidî bibin xwedî xweparastin û xwerêveberiyê. Bi vî rengî wê Şengal ji aliyê Şengaliyan ve bê birêvebirin û parastina wan jî wê di vê çarçoveyê de çareser bibe. Bi dîtina me, dema ku ev bi cih hatin, ji xwe wateya nîqaşa li ser hebûna gerîla jî namîne.“Dqxûyaniyek klasik ya PKKê ye. Cardin dezînfarmasyon û cardin derew bingehê vê daxûyaniyê ava dike. Herweha ev daxûyanî  ji berî çendekî daxûyaniya Murat Karayilan jî tekzîp dike. Her yek li gora bayê rêjê daxûyaniya dide. Lê di rastiya xwe de PKKê jî hemû kurd jî baş dizanin ku, pêwistiya xelkê Şingalê li wan tuneye. Ew tenê li Şingalê dibin astenk rêya ava kirina Şingalê û vegera xelkê Şingalê de.Ji aliyek din ve heyina PKKê li Şingalê dibe asteng ku Şingal temamî bikeve ser herêma Kurdistanê. Dê dawiyê de PKK mecbûrbibe derkeve. Lê cardin dixwazin pirsa mayina şingalê bikin malzemeyek siyasî da ku cardin xelkekî pê bixapînin.

Back to top button